Di Cejna Qurbanê de bi hezaran geştiyar serdana Gola Hezarê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoxê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ve li Bakurê Kurdistanê, Gola Hezerê heye ku 26 kîlometreyan dûrî navenda bajar e û di cejna Qurbanê de mazûvaniya gelek geştiyaran dike.

Li wî cihê geştyarî, ji bo pêşwazîkirina geştyaran, li derdora golê gelek cihên weke hotel, xwaringeh, mêvanxane, malên taybet û meydanên kampîngê hatine çêkirin û ji bo geşteke xweş di nava xwezayê de hemû derfet hatine berdestkirin.

Xwediyê Damezrînê Firat Bahçeçi dibêje: “Em ketin betlaneya cejnê. Ji ber vê yekê jî hatina geştyaran bo vê derê jî zêde bûye. Vê derê ji gelek cihên din xweştir e. çalakiyên me jî li vê derê zêde ne. Me hemû tedbîrên xwe wergirtine.”

Ji ber Coronayê du salbûn  hatina geştyaran bo vê herêmê kêm bûbû lê îsal hejmareke zêde ya geştiyarên ji parêzgehên wek Amed, Dêrsim, Meletî, Êlih, Çewlîg,Mêrdînê ên Bakurê Kurdistanê, ji parêzgehên Tirkiyê û  ji welatên Hollanda, Almanya û Fransayê jî serdana golê dikin.

Geştiyarê ji Muglayê Melih Ayıkpehlivan jî got: “Li ser pêşniyarê ez hatim vê derê. Hemû kesan her behsa Gola Hezarê dikirin.Min jî xwest xweşikbûna vê derê bibînim. Bi rastî xwezaya wê, mal û konên wê ên hatine çêkirin gelekî xweşin.”

Li gor amarên Parêzgariya Xarpêtê sala borî di her du çejnan de 10 hezar kesan serdana golê kirine û îsal jî tê çaverêkirin ku ev hejmar 15 hezaran derbas bike.