Astengiyên li pêş cîbicîkirina rêkeftina Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) - Cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexda derbarê Şingalê de rûbirûyî astengiyan bûye 9 meh di ser îmzekirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê derbas dibin, lê hê jî xalên serekî li ser kaxezê mane.

Xala yekem ya rêkeftinê behsa danîna Qeymeqamekî nû bo Şingalê dike, ku di bin çavdêriya komîteya hevbeş ya herdû aliyan de be. Xala  duyem  jî girêdayî mijarên ewlekariyê  ye û biryare Pêşmerge û Artêşa Iraqê asayîşa Şingalê û derdora wê biparêzin, grûpên çekdar ku niha 7 hêzên cuda li xwe digire, bo derveyî sînorê bajar bêne dûrxistin. Armanca sereke ya rêkeftinê peydakirina derfetekê ji bo vegera xelkê Şingalê bo ser mal û halê xwe.

Cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexda derbarê Şingalê de rûbirûyî astengiyan bûye. Îmzekirina rêkeftina navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê 9 meh di ser derbas bûne, lê hêjî xalên serekî li ser kaxezê mane.

Cîgirê Hevserokê Encûmena Xweserî ya Şingalê Heso Îbrahîm ji Tora Medyayç ya Rûdawê re ragihand ku ne dermanê Şingalê ye ku rewş vegere pêş sala 2014ê, û dibêj jî eger pirs parastina rewşa Şingaslê be, îro li Iraqê aramtirîn cih Şingal e.

Lê ev gotin di demekê de ye, qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ji tevahiya 480 hezar koçberên Şingalê tenê 19 hezar û 400 malbat ku ji 116 hezar kesî pêk hatine vegeriyane bajar. Serokê koimîteya herêm û parêzgehan li parlamentoya Iraqê dibêje.

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan li parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî dibêje “Armanceke rêkeftinê pêkanîna rewşekê ye derbarê vegerandina kurdên êzdî ye bo şingalê û derdorê. Xala yekem a rêkeftinê kargêriye û behsa danîna qeymeqamekî nû bo bajar dike û dibêje, pêwîste ew kes serbixwe be, kesekî pîşeyî û sitûpak be û li gor rêkarên destûrî û yasayî pesendkirî be. Piştî diyarkirina qeymeqam jî, ji aliyê komîteya hevbeş a herdû aliyan ve, postên kargêrî yên din liberçav têne girtin.”

Parêzgarê Mûsilê Necem Cibûrî  got “Derbarê damezrandina qeymeqamê Şingalê, ev mijar zêdetir girêdayî birayên me yê li Herêma Kurdistanê ye. Heta niha em çaverê ne bo diyarkirina berbijêrekî daku vê berpirsyariyê li stûyê xwe bigire. Piştî destnîşankirina berbijêr, em jî navê wî bi nivîsikî bo serokatiya encûmena wezîran dişînin. Ez dixwazim xelkê me li vê navçeyê wê yekê bizanibin, ku damezrandina qeymeqam ji desthilata serokatiya encûmena wezîran û serokwezîre bi rêya parêzgar. Lewra em çaverê ne ku Herêma Kurdistanê kesyetiyekê destnîşan bike bo wergirtina vî postî.”

Tewerê duyem ê rêkeftinê emniye, Pêşmerge û artêşa Iraqê ewlekariya Şingalê û derdora wê diparêzin, grûpên çekdar ên din bo derveyî sînorê bajar têne dûrxistin, ku niha herî kêm 7 hêzên çekdar ên cuda tê de ne.

Hêzên Çekdar yên ku li Şingalê ne wiha nin: Hêzên Parastina Êzîdxan, Firqeyên 15,20 û 71ê yên Artêşa Iraqê, Firqeya 6ê ya Polîsê Federalî, Fewcên 10 û 11ê yên Polîsê Xwecihî, Asayîşa Êzîdxan, Yekîneyên Berxwedana Şingalê, Fewcê Laleşê yê Heşda Şeibî.

Di destpêka tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî ser Şingalê û derdorê kir. DAIŞê komkujiyeke mezin kir, bi hezaran Kurdên Êzdî revandin û bi sed hezaran jî bûne koçber. Di Cotmeha 2015an de Pêşmerge Şingal kontrol kir, lê piştre di 16ê Cotmeha 2017an de navçe rûbirûyî rewşeke din bû, ku heta niha jî rewşa şingalê asayî nebûye.