Galeriya wêneyan

09-07-2021
21 Photos

Careke din ji ber jikarketina wêstgeha Elok a avê, pirsgirêka nebûna avê li parşzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê veguheriye krîzeme mezin a mirovî, ji ber ku ew nêzîkî du mehan e av ji wêstegeha Elok a ji Serê Kaniyê ve bo Hesekê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de nayê şandin.

Niha piraniya ava bajêr bi rêya tankerên avê ve tê peydakirin. Li cadeyên bajarê Hesekê û bajarokên derdorê tankerên avê digerin û avê difiroşin xelkê.

Rêvebirê Ofîsa Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî li Sûriyê, Akjmal Makhtumova, berê di dema seredana xwe ya bo Parêzgeha Hesekê de, ji ber qutbûna avê dilgiraniya xwe li hember belavbûna nexweşî û belavbûnê webayê di nav xelkên bajarê Hesekê de diyar kiribû.

Maktumova gotibû, “Em wekî rêxistina tenduristiya cîhanî, em ji bandora birrîna ava vexwarinê li ser yek mîlyon welatiyên li Hesekê û nexweşiyên ku ji encama ava ku ji mirovan re tê veguhastin çêdibin ên wekî nexweşiyên pandemîk û zikêşê, û em ji bo dabînkirina kalîteya avê, û hewcedariya dabînkirina ava bi ewle ya ji bo gel gelek dixebitin.”

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî xerabtir bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a de qut dikin.

Wêne: AFP