PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi rêzdarî bibîr tînin

Hewlêr (Rûdaw) - PAKê ragihand, “Em di 83yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 83yemîn salvegera kuştina Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanim, Rêberên Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê, daxuyaniyek belav kir.

PAKê amaje bi wê kiriye, “Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgiriyê, teslîmî Dewleta Tirkiyê nebûn, bi salan li çiyayên Dêrsimê jiyan.”

Di daxuyaniya PAKê de hatiye gotin, “Dewleta Tirkiyeyê li Dêrsimê amadekariya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.”

Herwiha PAK diyar dike, “Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkiyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkiyê kirin. Heta niha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.”

Di dawiya daxuyaniya xwe PAK, “di 83yemîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî” bibîr tîne.

Elîşêr Efendî yan jî Elîşêr sala 1882 li gundê Azgêra Macîran li Sêwazê ji dayîk bû û Serokê Federasyona Eşîrên Kurd ku beşdarî yekemîn serhildanan Kurdan ku bi navê Serhildana Koçgiriyê bû li dijî Komara Tirkiyê

Elîşêr ku li gel Zerîfe Xanimê zewicî bû, ji 1914an ta 1919an xebatên yekkirin û rêxistinkirina eşîrên Kurd di birêve birin û piştî wan xebatan Serhildana Koçgiriyê 1920an dest pê kir û li gel Zarîfe Xanimê ku roja jidayîkbûna wê diyar nîne, rêbertiya serhildana Koçgiriyê dikirin.

Elîşêr û Zerîfe Xanim tevî têkçûna serhildanê jî xwe radestî çekdarên Tirkiyê nekirin û tê gotin, damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk derbarê wî de gotibû, “Heya ez serê Elîşêr ê jêkirî nebînim dê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wateya ku jiyan dê li hemî fermadarên artêşê heram be.”

Her li gor zanyariyên belav bûne, biraziyê Seyîd Riza Rayber ku bûbû sîxurê dewleta Tirkiyê û kesekî bi navê Zeynel ku ew jî kirîvê Elîşêr bû, peywendiyê li gel çekdarên Tirkiyê datînin û roja 9ê Tîrmeha 1937an, bi planekê xwe digihînin Elîşêr û Zerîfe Xanimê ku di şikeftekê de bûn, wan dikujin, serên wan jê dikin û radestî hêzên Tirkiyê dikin.

Li gor zanyariyan serokê hêzên Komara Tirkiyê Topal Osman jî serên Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe Xanimê diyarî Ataturk dike û bi mehan serên wan li Koşka Çankayayê ya ku Ataturk lê dima dimîne.

Li gor zanyariyan jibilî fermandar, leşker û sityasetmdarên Tirkiyê, Ataturk jî li ber serê Elîşêr û hevjîna wî wêneyan digire lê ew wêne di arşîvan de veşartî dimînin.

Elîşêr ku li ser ziman û zaraveyên Kurdî gelek xebatên wî hebûn û xebatên wî di şikeftê de ketibûn destê hêzên Tirkiyê û herwiha bi întellektûelî, dîplomasî, sazkirina yekîtiya Kurd, têkoşerî û şerê gerîlayê dihat naskirin, beşdarî serhildana Dêrsimê jî bûbû.