Bi sedan derwêş bi şûr û xenceran ji Îranê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Bi sedan kes ji derwêş û morîdên Şêx Mihemedê Kesnezanî ji Rojhilatê Kurdistanê ve bi şûr, kêr, tevir û xenceran êrîş kirine ser binkeya asayişê li Deriyê Sînorê Başmaxê û derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê b[n.

Berprisê Deriyê Sînorê Navdewletî yê Başmaxê, Lîwa Merîwan Şêx Kemal ji Rûdawê re ragihand, beriya demekê zêdetir ji 200 derwêşên Şêx Mihemed Kesnezanî bi şûr, kêr û xenceran êrîş kirine ser binkeyeke asayişê ya li Deriyê Sînor ê Başmaxê.

Li gor dîmenên vîdyoyî yên ku bo Rûdawê hatine şandin, ew derwêş dema digihin Deriyê Sînorê başmaxê, dengê teqeyeke zêde, hawara xelkê û dengê diholê tê bihîstin û derwêş bi bez ji sînorê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê dibin.

Di vîdyoyekê de ku ji aliyê kesekî bi navê Cuwamêr Husên ve ji Rûdawê re hatiye şandin, derwêşek tê dîtin ku xwîn li ser laş û ser û çavê wî xuya dibe. Kesê ku vîdyo şandiye dibêje, “ew derwêş bi gulleya pasdarên Îranê birîndar bûye.”

Deriyê Sînorê Başmaxê dikeve ser sînorê parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Derwêş û morîdên Şêx Mihemed Kesnezanî ji bo beşdariya di merasima sersaxiyê ya şêxê xwe de, ku 4 roj beriya niha wefat kiribû, dixwazin herin Silêmaniyê.

Rêberê Terîqeta Qadirî, Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî roja 4ê Tîrmehê li Amerîkayê koça dawiyê kiribû.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê, sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li ber hatin û çûna welatiyan girtî ye û tenê tevgera bazirganî lê tê kirin.

Berpirsê Deriyê Sînorê Başmaxê, Lîwa Merîwan Şêx Kemal diyar kir, tevî ku niha ji ber rêkarên taybet bi koronayê qedexeya hatin û çûnê heye, lê ew derwêş derbas bûne,bêyî ku ti pişkinînên koronayê bo wan bê kirin.

Lîwa Merîwan Şêx Kemal diyar kir, wan derwêşan ti belgeyên geştkirinê bi wan re nebûye û got, “diviyabû li aliyê Îranê rêgirî li wan hatiba kirin û nehîştiban ku derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

Di vîdyoyekê de ku ji bo Rûdawê hatiye şandin, xuya dibe ku ew derwêş bi asanî sînorê Herêma Kurdistanê derbas dikin.

Berpirsê Deriyê Sînorê Başmaxê amaje bi wê yekê jî dike, ku “hêzên Asayişê xwestin rê li wan derwêşan bigirin, lê belê nekarin wan vegerînin aliyê Îranê.”