Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Li Amedê dê Dadgeha Îstinafê vebe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul li Amedê ragihand ku dê Dadgeha Îstinafê li Amedê bê vekirin.

 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul îro Sêşemê serdana bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê kir. Gul piştî serdana Koşka Dadmendiyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

 

Abdulhamit Gul da xuyakirin ku ew dixwazin Amed bibe navendeke giring ya dadê û tevî destpêkirina demsala nû ya dadê dê Dadgeha Îstinafê jî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan bike. 


Gul got: “Li ser bingeha karên dadweriyê ku ji aliyê Serokomarê me hatibû ragihandin li 4 bajaran Dadgeha Îstînafê tê damezirandin, ji ber ku biryar hate dan yek ji wan dadgehan li Amedê be lewma em li Amedê ne.  Tevî sala nû ya dadweriyê Dadgeha Îstinafê li Amedê dê xezmetguzariyan pêşkêş bike. Amed dê bibe yek ji navendên giring di warê dadweriyê de, amadekariyên Dadgeha îstinafê li Amedê temam bûye, hakim û parêzer û karmend û avahî amade ne. 


Paketa dadweriyê ku ji aliyê Serokomar ve hatiye pêşkêşkirin çend guhertinan di ware dadweriyê de lixwe digre pêşniyarên wezîran jî hatin parvekirin.  Em bawerin ku bihêzkirina azadiya raman û azadiya îfadeyê gelek giring e, Lê rexne nabe sînorê xwe derbas bike û nûçe nabe sînorên xwe derbas bike.”

 

Doza Tahir Elçî


Abdulhamit Gul li ser pirsa Rêvebirê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak a “We serdana Baroya Amedê jî kir. Gelo derbarê kuştina Tahir Elçî de geşedaneke nû heye?” wiha got:  “Rast e  me îro serdana Baroya Amedê kir. Ez serokê berê ya Baroya Amedê Tahir Elçî bigiramî bibîr tînim. Tahir Elçî ji bo serweriya hiquq û demokrasiyê hewl dida. Mirina wî em xemgîn kirine.

 

Doza wî berdewam e. Em hemû li benda encama vê dozê ne. Ez hêvî dikim ku ev bûyer bi tevahiya aliyên xwe zelal bibe, sedemên wê bêne zanîn û kujer diyar bibin.”