Elî Dolemerî: Bi du sedeman Fransa giringî dide Herêma Kurdistanê

09-07-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Sibê li ser daxwaza Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê dike.
Sibê li ser daxwaza Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê dike.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Fransa Parîs Elî Dolemerî Nêçîrvan Barzanî Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e roja Çarşemê, Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê bike. Nêçîrvan Barzanî dê li koşka Elyseeyê li gel Serokê Fransa, Emmanuel Macron bicive. Nûnerê Herêma Kurdistanê li Parîsê, Elî Dolemerî jî behsa sedema giringîdana Fransa bi Herêma Kurdistanê dike.

 

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye, li ser vexwandina fermî ya serokê Fransa, Serokê Herêma Kurdistanê dê serdana Parîsê bike û roja Çarşemê dê li koşka Elyseeyê li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron bicive û herdu alî dê rewşa Iraqê û navçeyê û hin mijarên din gotûbêj bikin.

 

Li gorî  malpera fermî ya Koşka Elyseeyê jî, civîn dê roja Çarşemê saet 5 êvarê bi dema Parîsê bê kirin.

 

Herêma Kurdistanê û Fransa, li kêleka pêwendiyên wan ên siyasî, pêwenbdiyên aborî yên bihêz wan digihînin hev.

 

Ji sala 2008an ve, di dema serokatiya Nicolas Sarkozy de, Fransayê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir. Herwiha Herêma Kurdistanê jî li Parîsê nûneratî heye û niha Elî Dolemerî berpirsê nûneratiya Herêma Kurdistanê ye.

 

Pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Parîs û Hewlêrê de bihêz in û gelek kompaniyên Fransî li Herêma Kurdistanê kar dikin, di nav wan de, Lafarj û Carfor

 

Herwiha Parîs 14emîn hevbeşa bazirganiyê ya Hewlêrê ye û salane bazirganiya wan bi qasî 80 milyon dolarî ye. Li aliyekê din asta weberanîna Fransayê li Herêma Kurdistanê bêhtir ji 60 milyon dolarî ye.

 

De dema şerê DAIŞê de, Fransa piştgiriya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir. Piştî şerê DAIŞê jî, Fransa dixwaze, di avakirina Iraqê de, xwedî roleke bibandor be, bi taybetî ew navçeyên ku bi sedema şer ziyanên mezin dîtine.

 

Herwiha çavên Fransayê li wê yekê ne, ku pêwendiyên xwe yên aborî li navçeyê bihêztir bike û Hewlêr jî cihê guhdana wî welatî ye.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa, Elî Dolemerî dibêje, Fransa dixwaze piştî nemana DAIŞê, navçe careke din ewle û seqamgîr bibe û ew yek jî bi bêyî Herêma Kurdistanê nemumkin e ku pêk were, lewma Fransa giringiyê dide têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re.

 

Elî Dolemerî tekez kir, Fransa û Herêma Kurdistanê pêwnediyên aborî û bazirganî hene, herwiha piştî qonaxa nemana DAIŞê çavê Fransayê li Iraqê û beşdariya di proseya avedankirina wî welatî de ye, bi taybet ew navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê zirar dîtine nêzîkî Herêma Kurdistanê ne, ji ber wê yekê û ji ber ku Hewlêr paytexta duyem a Iraqê ye, Parîs girigiyê dide peywnediyên xwe yên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê.

 

Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê û sepandina dorpêçê li ser Hewlêrê, Serokê Fransayê, Emmanuel Macron yekemîn serok bû ku bi fermî pêşwazî li serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, kir.

 

Ev jî nîşana bihêziya pêwendiyên wan û guhdana Parîsê bi Hewlêrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst