Navên 58 girtiyên Kurd li Sûriyê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, navên 58 girtiyên Kurd ên li cem hikûmeta Sûriyê, bi nav û wêne belgekirine û ew dê lîsteya wan navan radestî sazî û rêxistinên navdewletî bike.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, ku navenda wê ya ser li bajarê Munbicê yê li Rojhilatê Helebê ye, taybet ji Rûdawê re ragihand, ku navenda wan, heta niha 58 navên girtiyên kurd yên li cem hikûmeta Sûriyê belgekirine.

 

Navenda navborî da zanîn ku ew dê wê lîsteya navên girtiyên Kurd, radestî aliyên navdewletî yên peywendîdar bi kirîza Sûriyê bikin.

 

Yek ji mijarên danûstendinên Cinêvê yên di navbera hikûmet û oposizyona Sûriyê de, dosya girtiyên li cem hikûmeta Sûriyê û oposizyonê ye.

 

Ev yekem care ku lîsteyeke belgekirî bi navên girtiyên Kurd, taybet tê amede kirin, ku hejmara girtiyên Kurd ên bi nav û wêne belgekirî, tê de gihiştiye 58 kesan û ew ji gelek deverên Rojavayê Kurdistanê ne.