Navên 58 girtiyên Kurd li Sûriyê hatin eşkerekirin

09-07-2019
RÛDAW
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dê lîsteya navên girtiyên Kurd, radestî aliyên navdewletî bikin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dê lîsteya navên girtiyên Kurd, radestî aliyên navdewletî bikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Girtî Belge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, navên 58 girtiyên Kurd ên li cem hikûmeta Sûriyê, bi nav û wêne belgekirine û ew dê lîsteya wan navan radestî sazî û rêxistinên navdewletî bike.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, ku navenda wê ya ser li bajarê Munbicê yê li Rojhilatê Helebê ye, taybet ji Rûdawê re ragihand, ku navenda wan, heta niha 58 navên girtiyên kurd yên li cem hikûmeta Sûriyê belgekirine.

 

Navenda navborî da zanîn ku ew dê wê lîsteya navên girtiyên Kurd, radestî aliyên navdewletî yên peywendîdar bi kirîza Sûriyê bikin.

 

Yek ji mijarên danûstendinên Cinêvê yên di navbera hikûmet û oposizyona Sûriyê de, dosya girtiyên li cem hikûmeta Sûriyê û oposizyonê ye.

 

Ev yekem care ku lîsteyeke belgekirî bi navên girtiyên Kurd, taybet tê amede kirin, ku hejmara girtiyên Kurd ên bi nav û wêne belgekirî, tê de gihiştiye 58 kesan û ew ji gelek deverên Rojavayê Kurdistanê ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst