Serokwezîrê Kurdistanê li Tirkiyeya nû ye

09-07-2018
Hêmin Lihonî
Nîşan Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê peywendiyên pir baş ên siyasî yên Hewlêr û Enqereyê ber bi rawestiyanê ve çûn. Berpirsên bilind ên Hewlêrê di heyama salekê de pir hewl dan bikarin van peywendiyan careke din bînin qonaxa berê lê pir serkeftî nebûn. Vê carê Recep Tayyîp Erdogan ku weke serokê Tirkiyê hate hilbijartin, li kêleka serokên welatan bi xwe dixwaze Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarê ahenga dest bi karbûnê bike. Wek amajeyek ku Tirkiyeya nû dixwaze li gel Hewlêrê peywendiyên xwe baş bike.   

 

Tirkiyeya nû Tirkiyeya Erdogan e ne ya AK Partiyê

 

Çend demjimêrekî din Tirkiyeya cîran dikeve qonaxeke nû ya mezin a dîrokî. Sîstema rêveberiya welat ji parlamenteriyê diguhere û dibe ya serokatiyê. Di heman demê de li gel guhertina sîstemê, li siyaseta derve, aborî û navxwe jî em ê guhertinên mezin bibînin.

 

Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de, piştî 16 salên desthiladariyê û bi tevê rewşa nebaş a aboriyê jî Erdogan karî ji hilbijartinên berê zêdetirî 4.5 milyon dengan bidest bixe, ku dengên wî ji yên AK Partiyê jî zêdetir bûn. Gelek kes li hêviyê bûn ku di van hilbijartinan de Erdogan bikeve û gelek kesan jî li ser vê yekê nivîsin lê wisa derneket. Niha li Tirkiyê serê her du kesan kesek Erdoganî ye. Lewma Tirkiyeya nû ya Erdogan e ne ya AK Partiyê. Vê hilbijartinê jî beriya hemû welat û aliyan, opozîsyona navxwe ya wî welatî bêhêvî kir, ku bi dirûstkirina hevpeymaniyên mezin û yekbereyî jî nikarin serbikevin.

 

Encamên hilbijartinên Tirkiyê vê yekê zelal dikin ku Erdogan ne tenê heta sala 2023ê, heta sala 2029ê jî li gorî destûra sererastkirî dikare rêbertiya Tirkiyê bike û êdî di hilbijartinan de bin nakeve.

 

Êdî Waşîngton jî dibîne ku di demeke nêzîk de Erdogan ji desthilatê naçe

 

Erdogan îro roja Duşemê, wate 9ê Tîrmehê dê bi merasîmeke mezin sond bixwe û tê çaverêkirin roja dotir Tirkiye di siyaseta derve de guhertinên mezin bike. Di dema borî de Enqere di peywendiyên xwe yên derve de rastê gelek kêşeyên mezin hat, bi taybetî li gel Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û gelek welatên din û heta Herêma Kurdistanê jî.

 

Ji niha ve guhertin tên hespêkirin; Erdogan li gel Amerîka bi taybetî jî piştî nexşerêya Minbicê dixwaze li ser wê riyê bimeşe û peywendiyên xwe yên li gel rêveberiya Trump zêde têk nede. Tê çaverêkirina Tirkiyeya nû ji bo başkirina peywendiyên xwe yên li gel Waşîngtonê destpêşxeriyê bike, bi taybetî jî di mijara azadkirina girtiyên amerîkî yên li zîndanên Tirkiyê. Ji aliyê din ve Waşhîngotn jî dixwaze Tirkiyeya nû ji vê zêdetir nêzîkî Rûsyayê nebe. Lewma bi tevê guvaşên navxwe û derve jî Waşîngton bi rijdî dixwaze firokeyên F-35 bide Tirkiyê û herwiha li ser bakurê Sûriyê jî bigihe rêkeftinê. Waşîngton di qonaxa nû de zêdetir realist û rastîn tev digere û zêdetir xwe nêzîkî Enqerê dike, bi taybetî jî piştî wê yekê ku êdî baş zanîn Erdogan di demeke nêzîk de ji desthilatê naçe. Herwiha di qonaxa pêş de dê çavê Amerîkayê zêdetir li Tirkiyê be daku bikare li dijî Îranê bikar bîne.  

 

Yekîtiya Ewropayê jî ji bo meseleya koçberan dê gelek mercên Tirkiyê qebûl bike û bi ti awayî naxwaze ji Tirkiyê dûr bikeve. Tê çaverêkirin di qonaxa nû de careke din endamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê bîne rojevê.

 

Hemû armanca Rûsyayê jî ew e, ku Tirkiyê ji NATO derbixe û bi riya gelek projeyên hilberîn û leşkerî, vê rêxistinê lawaz bike. Lewma piştî hilbijartinan demildest Vladîmîr Pûtîn pîrozbahî li Erdogan kir û balkişande ser serkirdetiya wî. Enqere û Moskow dixwazin kojmeya bazirganiya xwe ya salane bigihînin 100 milyar dolaran. Moskow gelek tiştên Tirkiyeyê qebûl dike ku dibe berdêla wan jî nebe, bi taybetî jî di mijara Sûriyeyê de.

 

Enqere di wê baweriyê de ye ku divê Bexda hetahetaye padaşt bide

 

Li herêmê jî Îran ku roj bi roj ber bi lawabûnê ve diçe, ji berî zêdetir bo wan giring e ku Tirkiyeya nû ya Erdogan piştgiriyê bide wan, bi taybetî jî piştî dorpêçên nû yên Amerîkayê. Tehran Tirkiyê weke deriyekî xwe digihandina bazara cîhanê û sivikirina dorpêçên xwe dibîne û lewma amade ye di qonaxa nû de ji bo Enqereyê gelek tiştan bike. Di gelek deman de bankeyên Tirkiyê hevkarên baş ên Îranê bûne.

 

Peywendiyên Bexda û Enqereyê ku gelek aloz bibûn niha di qonaxeke normalkirinê de ye. Enqere di wê baweriyê de ye ku divê Bexda hetahetaye padaşt bide çimkû bi hemû pêweran referandûma Kurdistanê bi hevkariya Tirkiyê sernekeft û Enqereyê nehişt Hewlêr serkeftî be. Ebadî gelek hewar kir û we nîşanda ku qaşo li hember Tirkiyê tund e. Lê ne leşkerekî Tirkiyê ji Başîkê derket û di ser de jî leşkerên Tirkiyê niha li herêma Biradost in û zêdetir pêş de diçin. Li hember vê bîza Bexdayê nagre ku deng bike. Di paşerojê de Bexda li hember Enqereyê lawaztir jî dibe, bi taybetî jî piştî serhildana qeyrana avê.    

 

Ji ber cografyaya siyasî û rola wî ya li navçeyê, çi bi sepandî be çi bi neçarî, çi bi daxwaza Kurdan be çi nebe jî çav hemû li ser Tirkiyê ne. Herwiha êdî destwerdanên Enqereyê yên li Sûriye û Iraqê bûne rastiyeke qebûlkirî û eger firehtir nebe qet kêmtir nabe. Ew kesên ku li hêviyê bin, ku civaka navdewletî pêşiya Tirkiyê bigre dê pir xelet bin.  

 

Girtina esmanên Silêmaniyê mînakeke baş e ji bo bizanin ka dê kî zirar bike

Eger em li wêneyên jor meyze bikin em ê bibînin ka peywendiyên Hewlêr û Enqereyê çiqas giring in. Em bixwazin û nexwazin jî rojên herî xweş ên Herêma Kurdistanê û hemwelatiyan ew dem bûn ku peywendiyên Hewlêr û Enqereyê baş bûn. Herwiha demên herî xweş ên Tirkiyê jî ew dem bûn, ku pêvajoya aştiyê bi navbeynkariya berpirsên Herêma Kurdistanê birêve diçû. Ti kes li hêviya wê yekê nîne ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqereyê de hevseng bin, ji ber ku Tirkiye dewletekî bihêz û mezin e û Kurdistan jî aktorekî lawaz ê navdewletî ye.

 

Başbûna peywendiyên li gel Tirkiyê di heman demê de di berjewendiya hemwelatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Daxistina esmanên Silêmaniyê ji aliyê Enqereyê ve mînakeke baş e ji bo bizanin ka eger peywendiyên li gel Enqereyê têk biçin dê kî zirar dike. Vêca eger roej ji rojan sinûran bigre û xwarina rojane neyê?

 

Nabe berpirsên Kurdistanê derfeta asayîkirina peywendiyan wenda bikin

 

Kesên ku ji peywendiyên navdewletî têdigihijin û temaşeyê raborî û hêza Herêma Kurdistanê bikin divê bi erênî pêşwazî li başbûna peywendiyên Tirkiye û Hewlêrê bikin. Eher destpêşxerê başbûna peywendiyan Erdogan bi xwe be, ku niha hemû tişt ew bi xwe ye, bi rêya wê vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêngaveke giring e û nabe berpirsên Herêma Kurdistanê jî ji dest bidin. Vê pêngavê bi riya vegerandina destpêka pêvajoyeke nû ya aştî û aramiyê, bikin derfetek ji bo vegera serdema xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê û seqamgîriyeke zêdetir ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

 

Li herêmê Tirkiyeya nû ji ya berê pir bihêztir dibe û bi lawazbûna Îranê dê bihêztir jî bibe. Lewma berjewendiya hemû aliyan û bi taybetî jî ya Herêma Kurdistanê ew e, ku di serdema nû de li gel Enqereyê bibin xwedî peywendiyên baş.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst