Li Miksê Festivala Feqiyê Teyran tê sazkirin
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Miksê ya Wanê, Festîvala Mirateyên Çandî ya Feqiyê Teyran tê sazkirin. Di çarçoveya festîvalê de beşdaran serdana mal û mezargeha Feqiyê Teyran kirin, herwiha pêşbirkên santranc û raftingê hatine kirin.
Li navçeya Miksê ya Wanê, bi navê helbestvan û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran, Festîvala Mirateyêm Çandî hate lidarxistin.
Di festîvalê de Parêzgerê Wanê Murat Zorluoglu û rayedarên hikûmetê jî amade bûn. Di çarçoveya festîvalê de beşdaran serdana mal û gora Feqiyê Teyran kirin.
Şêwermenda Serokomarê Tirkiyê Gûlşen Orhan, helbesta Feqiyê Teyran a navdar, "Ey Dîlberê" bi awayekî stran got.
Parêzgerê Wanê Murat Zorluoglu ji çapemeniyê re ragihand, ku ew gelekî kêfxweş bûye bi lidarxistina Festîvala Feqiyê Teyran.
Murat Zorluoglu got: “Miks bajarê Feqiyê Teyran, Arwasî û Yunus Emre ye, ku hemû helbestvan û qelender in. Ji aliyekê ve Miks bajareke çandê ye û ji aliyê din jî bi kanî, çem, û darên curbicur gelekî xweşike."
Parêzgerê Wanê tev kesên ku pêre hatine Miksê, li nav çalakiyên festival geriyan.
Miksiyan jî him stranan gotin û him jî berhemên xwe yên dîrokî, bi pêşengeha tiştên kevin yên Miksê li ber temaşevan û mîvanên festîvalê raxistin.
Di çarçoveya festîvalê de pêşbirkên santranc û raftîngê jî hatine kirin.
Feqê Teyran di sala 1590ê de ji dayik bûye û sala 1632ê de çûye ser dilovaniya xwe. Feqî xwediyê gelek helbestên navdar ên weke “Ey Av û Av, Ey Dîlberê û pirtûkên wek Şêxê Senan, Qewlê Hespê Reş, Sîseban, Xan Dimdim û Qiseya Bersivayî ye.