Keça kurda êzidî: DAIŞê elektrîk dida canê me

09-07-2017
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Mezargeha Şerefdîn
Mezargeha Şerefdîn
Nîşan Şingal DAIŞ Kurdên Êzidî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Roja 7ê Tîrmehê, 4 keç û xortekî kurdên êzidî yên ji gundê Tilqesab û Tilbenatê, ji Reqayê gihiştine bajarokê Sinûnê yê Şingalê. Keçên êzidî behsa serhatiyên xwe kirin.


Her 4 keç û xortê 16 salî yê kurdê êzidî, ku li Reqayê ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin, beriya herin malên xwe, çûne Mezargeya Şerfedîn û dua kirin.

 

Yek ji wan keçikan ji Rûdawê re got: “Elhemdulillah em rizgar bûn. Lê me gelek êş û rezîlî dît. Dema em revendin ez 10 salî bûm. Em di nav malbatên wan de mezin bûn.”

 

Keça bi navê Havîn a 16 salî jî dibêje, çekdarên DAIŞê hemû curên êşkenceyê li keç û jinên êzidiyan dikirin.

 

Havîn got: “Gelek êş didane me, 24 demjimêran li me dixistin. Gelek li min didan. Canê min bi kabloyan şîn kiribûn. Bi zorê digotin bibin misliman. Em nedibûne misliman. Çend hevalên me hebûn, elektrîk didane canê wan.”

 

Dayik û bavên van zarokan bi dîtina zarokên xwe kêfxweş in. Ev keç û xort, 3ê Tebaxa 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst