Ax herifî: Rêya di navbera Erzingan û Sêwazê de hat girtin

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Sêwaz Herifîna Axê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgehên Erzingan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê ji ber herifîna axê li hatin û çûnê hat girtin.

Ji ber barana zêde ya ku du roj in li wê deverê dibare ax herifî û.

Di encama herifîna axê de rêya di navbera Erzingan û Sêwazê biqasî 25 kîlometreyan li hatin û çûnê hat girtin.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û polîs û tîmên Rewşên Bilez çûn cihê bûyerê.

Li ser rêya ku ji her du aliyan ve hatî girtin tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Ji ber girtina rê biqasî 4 kîlometreyan otomobîl di rê de asê man.

Ji bo vekirina rê tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahî dest bi xebatên vekirina rê kir.

Li aliyê din, li navçeya Axvanîsê ya Sêwazê jî ji ber metirsiya hezazê xanî hatin valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst