Bedlîs - Wesayîta cotkaran qulibî: 8 zarok birîndar bûn

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla cotkariyê li dîreka elektirîkê qelibî, 8 zarok birîndar bûn.

Otomobîla ji nav zeviya çandiniyê vedigeriya, li bajarokê Kiştonikê yê Bedlîsê li dîreka elektirîkê ya li kêleka rê qelibî û wergeriya.

Di qezayê de 8 zarokên temenê wan di navbera 15-16 salî de ku ji ser kar vedigeriyan malê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê zarokên birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên navçeyên Hîzan û Tetwanê.

Herwiha şofêrê otomobîlê Mehmet Tirel jî bi sivikî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst