Li ser rêya Wan û Bedlîsê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

09-06-2024
Nîşan Wan Bedlîs Mirî û Birîndar Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Wan û Bedlîsê otobuseke rêwiyan û barhilgirekê li hev xist, 2 kes mirin û 30 birîndar hene.

Otobusa fîrmaya Vangoluyê û barhilgirek li nêzîkî Tunêla Kuskunkıranê li hev qelibîn.

Di qezayê de ajokarê otobusê û rêwiyekî otobusê mirin û 30 kes birîndar bûn ku birînên 4an xedar in.

Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst