Li Dêrikê agir bi zeviyên çandiniyê ket

09-06-2023
RÛDAW
Şewata li zeviyên çandiniyê yên gundê Elî Gamêş li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê.
Şewata li zeviyên çandiniyê yên gundê Elî Gamêş li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê.
Nîşan Dêrik Gundê Elî Gamêş Rojava Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Elî Gamêş ê ser bi navçeya Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ve agir bi zeviyên çandiniyê ket û di encama şewatê de 20 hektar zeviyên genim û ceh şewitîn.

Bûyerên şewitîna zeviyên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê îsal jî berdewam in. Li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê jî duh 8ê Hezîrana 2023an agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Li gor zanyariyên ku gihîştine Rûdawê, bûyera şewatê li gundê Elî Gamêş a Dêrikê çêbû û agir bi zeviyên genim û ceh ên cotkarên wî gundê ket.

Di encama şewatê de nêzîkî 20 hektar zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitîn.

Bi gotina welatiyên gundê Elî Gamêş, agir ji ber kontakta elektrîkê çêbûye.

Li gor dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, otombêlên agirvemirnadinê û welatiyên wî gundî piştî hewldaneke zêde agir vemirandine.

Welatiyên wî gundî bang li berpirsên navçeyê kirin, patosan peyda bikin ji bo ku ew bikarin berhemên xwe yên çandinyê di demeke nêzîk de bidirûn.

Di wan demên dawiyê de li herêmên Kobanî û Til Temirê jî çend bûyerên şewatê li nav zeviyên çandinyê çêbûne.

Roja 6ê Hezîranê li gundê Metîna yê ser bi Kobaniyê ve agir bi zeviyên çandiniyê yên welatiyan ketibû û di encam de 10 hektar zeviyên çandiniyê şewitîbûn.

Di 25ê Gulana îsal de jî li gundên Keleh, Omerak, Feyad, Xerab Xel, Kerk û Zinarê Qel ên girêdayî Kobaniyê agir bi zeviyên çendiniyê yên cotkaran ketibû û di encamê de 100 hektar zeviyên çandiniyên bi temamî şewitîbûn.

Li Til Temirê jî di meha Gulanê de çend bûyerên şewatê rûdabûn û têkildarî wan bûyeran, Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ragihandibû, wan kesek ku agir bi zeviyên xelkê dixist desteser kiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst