Serê Kaniyê: Çarenivîsa 11 sivîlên ku ji aliyê grûpên çekdar ve hatine girtin ne diyar e

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Grûpên Çekdar Ehrar el-Şerqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve ji 2019an ve dagirkirî ye, ev hefteyek e 11 sivîlên Sûrî ku dixwestin derbasî aliyê Tirkiye bibin ji aliyê grûpa Ehrar el-Şerqiye û Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve hatine girtin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ev hefteyek e grûpa Ehrar el-Şerqiye 4 welatiyên sivîl ên Sûrî girtine ku dixwestin bi qaçaxçî derbasî aliyê Tirkiye bibin, piştre çekdarên Ehrar Şerqiye daxwaza 5 hezar dolar ji kesûkarên wan her 4 kesan kiribû daku wan azad bikin.

Hevdem ev hefteyeke dibe, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve 7 welatiyên Sûrî li navçeya Serê Kaniyê desteser kiribûn dema xwestibûn bi qaçaxî derbasî aliyê Trikiye bibin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor heman çavkaniyê, di 18ê Nîsana borî de jî, li bajarê Serê Kaniyê dema 7 welatiyên Sûrî ku 6 ji wan jin in xwestibûn derbasî aliyê Tirkiyê bibin, ji aliyê polîsên serbazî ser bi Tirkiyê ve hatibûn girtin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst