Mesrûr Barzanî bang li aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê kir: Bi berpirsiyariya nîştimanî tevbigerin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Projeyasaya Budceya Iraqê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li aliyên Kurdistanî yên ku di Parlemantoya Iraqê de beşdarî rûniştina projeyasaya budceyê bûne kir ku helwestê ji bo parastina “mafên destûrî” yên Kurdistanê nîşan bidin û bi “berpirsyariya nîştimanî” tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Hêvîdar im fraksiyonên Kurdistanî bi hesta berpirsiyariya nîştimanî di civîna projeyasaya budceyê amade bin û hebûna herêmê û mafên destûrî û darayî yên wê biparêzin û li hember her hewleke ji bo lawazkirina pêgeha herêmê rawestin.”

Di civînên budceyê de ku duh li Parlamentoya Iraqê dest pê kirin, 6 madeyên budceya 3 salan hatin qebûlkirin. Nakokî bi taybetî li ser madeyên di derbarê Herêma Kurdistanê de hene.

Li gorî zanyariyên dawî yên Rûdawê, di civîna budceya Iraqê de dê di sê xalên girêdayî pişka Herêma Kurdistanê de guhertin bên kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, madeya vegerandina mûçeyên paşketî tê rakirin.

Madeya rêgirî li derxistina petrolê li parêzgehên Kerkûkê û Neynewayê li wan kêlgehên petrolê yên ku niha Herêma Kurdistanê lê berhemanîna petrolê lê dike neyê kirin.

Civînên budceyê û pişka Herêma Kurdistanê

Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya 13ê Adarê de projeyasaya budceya salên 2023, 2024 û 2025an pesend kir û ji parlamentoyê re şand.

Budceya îsal ya Iraqê ji sala 2003an vir ve wek budceya herî mezin tê dîtin ku tê texmînkirin qebareya wê ji 197 trîlyon û 828 milyar dînarên Iraqî derbas bike.

Para Herêma Kurdistanê ya budceya Iraqê de wek ji %12.67 hat diyarkirin.

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê di civîna roja 25ê Gulanê de, madeyên 13 û 14ê pesend kir ku tê de guhertin di pişka Herêma Kurdistanê de hatine kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi tundî li dijî vê guhertinê rawestiya.

Di madeyên navborî de, pêşbînî hatiye kirin ku petrola Kurdistanê ji bo firotina navxweyî radestî kompanya fermî ya petrolê ya Iraqê SOMOyê were kirin.

Li gor rêkeftina berê, firotina navxweyî ya petrola Kurdistanê di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.

Madeyên ku guhertin tê de hatine kirin jî, rê li ber derxistin û firotina petrola Kerkûkê û Neynewayê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst