2 ciwanên Mêrdînî 8 meh in winda ne: “Kesekî got me ew li Kobaniyê dîtine”

09-06-2023
RÛDAW
2 ciwanên Mêrdînî 8 meh in winda ne: “Bi texmîna min tevlî YPGê bûne”
2 ciwanên Mêrdînî 8 meh in winda ne: “Bi texmîna min tevlî YPGê bûne”
Nîşan Qoser Antalya Wendabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoser a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê 2 ciwan 8 meh in winda ne. Bavê yekî ji wan ji Rûdawê re got, “Em wisa dihesibînin ku çûbine Rojavayê Kurdistanê” û lê zêde kir, “Rojekê ji Kobaniyê yekî telefon kir û got me Ebdullah li Kobaniyê dîtiye.”

8 meh beriya niha du ciwanên xelkê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ku tevî malbata xwe li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê dijiyan, çûne navçeya Qoser a Mêrdînê û êdî diyar nema ne ango wenda ne.

Malbatên wan her du ciwanên ku pismamên hev in, ji wê demê ve li zarokên xwe digerin lê heta niha ti encamek bidest nexistine.

Navê yek ji wan zarokan Ebdulezîz e ku temenê wî 19 sal in, navê ciwanê din jî Ebdullah e û temenê wî jî 18 sal in.

Bavê ciwanê bi navê Evdulezîz, Seyfedîn Dinek beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa bûyerê kir.

Seyfedîn Dinek got, “Di Cotmeha 2022an de ev ji bo hefteyekê çûne mala kalikê xwe ku li Kiziltepeyê ye, gotin em ji xwe re bigerin. 6 rojan li wan deran digerin teksiyekê digirin û diçin ber sînorê Sûriyê li wir wenda dibin. Li wir nasekî me yê esnaf heye, ji wî re dibêjin ji me re teksiyekê bigire em ê ji xwe re herin mala kalikê xwe. Şofêrê teksiyê wan li ber sînor datîne û vedigere. Şofêr ji wî esnafî re dibêje karê van zarokan ne bi xêr e, min ew li çolekê berdan ku ne malek heye ne cihek heye dê ev bi ku de herin. Ew esnaf bangî apê xwe dike û em êdî xeberê jê digirin ku 15ê Cotmeha 2022an li ber sînor di nav zeviyê garisan de berdane.”

Seyfedîn Dinek her wiha anî ziman, “Rojekê ji Kobaniyê yekî telefon kir û got me Ebdullah li Kobaniyê dîtiye.”

Seyfedîn Dinek li ser pirsa “Hûn dibêjin ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne?” got, “Erê em wilo dehesibînin û wisa ye, çûne wê derê.”

Seyfedîn Dinek diyar kir ku Rêveberiya Xweser alîkariya wan nake û anî ziman, “Em bang dikin, dibêjin qey zarokên me tevlî we bûne, tevlî rêzên YPGê bûne, ji me re tiştekî nabêjin, dibêjin em pirsyar dikin lê bi texmîna min tevlî wan bûne.”

Bavê ciwanê bi navê Ebdulezîz, Seyfedîn Dinek diyar kir, “Dema Ebdullah winda bû temenê wî 17 sal û 2-3 meh bûn, ew hîn nûh bûye 18 lê kurê min Ebdulezîz 18 derbas kiriye, ew bi destê xwe ye, ez nikarim tiştekî bibêijm.”

Seyfedîn Dinek bang li Rêveberiya Xweser kir ku zarokên wan li wan vegerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst