Li Colemêrgê bihayê conegayekî 1 tonî 5,400 dolar e

Hewlêr (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê ya îsal tevgera bazara ajelan jî zêde bûye û li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê conegayê bi navê "Çalo" ku 1 ton giraniya wî heye bihayê wî 130 hezar lîreyê Tirkî (5 hezar û 400 dolar) hatiye diyarkirin.

Li parêzgeha Colemêrgê ku ajeldarî çavkaniya sereke ya debara jiyanê ye, welatî dixwazin ajelên ku xwedî kirine beriya Cejna Qurbanê li bazarê bifroşin.

Ji bo qurbana îsal, Colemêrgê conegayekî taybet ji bazarê re amade kiriye. Conegayê bi navê "Çalo" ku tonek giraniya wî ye û bihayê wî niha 130 hezar lîreyê Tirkî derbas kiriye ku dike 5,400 dolarê Amerîkî.

Xwediyê conageyê 1 tonî yê bi navê "Çalo", Orhan Karagoz dibêje ew dibe nêzîkî 2 salan ku ew wî conegayî xwedî dike û cinsê wî Simental e.

Orhan Karagoz ku pîşeya wî goştfiroşî ye, herwiha dibêje, wî Çalo bi taybet xwedî kiriye û giraniya wî 1 ton e û dema bê serjêkirin tenê 25 heta 30 kîlo hestî derdikeve û yên din jî hemû goştê sor e.

Xwediyê conega bihayê wî wek 130 hezar lîre diyar kiriye ku dike nêzîkî 5 hezar 400 dolarê Amerîkî.