Li Rihayê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 2 gumanbar hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 2 gumanbar hatin destserkirin.

Li gor zanyariya îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an hêzên ewlekariya Tirkiyê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Rihayê, li dijî DAIŞê li Rihayê operasyonek dan destpêkirin.

Hêzên Ewlekariyê di çarçoveya wê operasyonê de hevdem bi ser çend navnîşanan de girtin û 2 gumanbarên DAIŞê destser kirin.

Hat ragihandin kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hatine birin û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.