Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Milîsên Hizbullahê êrîşa ser Hewlêrê pêk anîne

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşa doh şev a li ser Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand, ev drona ku şeva bihorî di êrîşa ser Hewlêrê de hat bikaranîn, “ji sînorê qezaya Pirdê ve ji aliyê milîsên Hizbullahê ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.”

Şeva Çarşemê 8ê Hezîrana 2022an li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê êrîşeke bi dorn pêk hat.

Dije-Teror a Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Çarşemê di saet 21:35an de droneke bombebarkirî li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê êrîş kir û 3 welatî bi sivikî birîndar bûn, herwiha xwaringehek û çend otomobîlan jî ziyan dîtin.

Têkildarî êrîşê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro Pêncşembê 9ê Hezîrana 2022an daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyekê de tê gotin, “Êrîşa terorîstî ya şeva bihorî ya li ser Hewlêrê, berdewamiya wan êrîşan e ku bi armanca zextê li ser Herêma Kurdistanê tên pêkanîn.”

Herwiha tê gotin, ev drona di êrîşê de hatiye bikaranîn, “ji sînorê qezaya Pirdê ve ji aliyê milîsên Hizbullahê ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “Piştî êrîşê çendîn malperên fermî yên ser bi hêzeke navçeyê wek carên berê wisa belav kirin ku di vê êrîşê de qaşo otomobîleke ser bi MUSAD a Îsraîlê hatiye armanckirin û qaşo kesek jî hatiye kuştin. Ew dibe ku bikarin wan derew û hîleyan bi raya giştî ya xwe bidin qebûlkirin, lê belê ji bo xelkê Hewlêrê û herêmê ku bi çavên xwe cih û corê êrîşê û encamên wê dîtin, ew nûçe bûne cihê pêkenînê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, “ewên îdiayeke wisa dikin, dixwazin şikest û lawaziya xwe veşêrin, eger rast dikin bila ewlehiya nav paytext û bajarên xwe biparêzin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, “Herêma Kurdistanê ti deman nabe pêgehek ji bo çêkirina gefan li ser welatên navçeyê û di heman demê de em radigihînin ku ew welatana divê rêz li serweriya ax û gelê Herêma Kurdistan û Iraqê bigrin.”

Bi êrîşa şeva bihorî re di dema nêzî sal û nîvekê de 12 caran êrîşî bajarê Hewlêrê û derdora wê hatiye kirin. Beriya vê êrîşê, cara dawî di 11ê Îlona 2022an de êrîşek bi dronan bo ser Firokexaneya Hewlêrê hatibû encamdan, lê ti zirarên canî çê nebûbûn.