Asayîşa Rojava: Di êrîşa dronê de 5 welatî birîndar bûn

09-06-2022
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rojavayê Kurdistanê Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa bi dronê ya li bajarê Qamişlo ragihand, droneke Tirkiyê depoya taxa Meyselon bombebaran kir û di encamê de 5 welatî birîndar bûn.

Îro Pêncşema 9ê Hezîrana 2022an droneke Tirkiyê bazareke sewze û fêkiyan li taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîşa vê sibehê ya Tirkiyê ku bi dronekê li taxa Meyselon a Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, "Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker sibeha roja pêncşemê 9ê Hezîranê depoya Hêzên Parastina Civakî ya li taxa Meyselon a bajarê Qamişlo kir hedef.

Ev êriş li gel gefên dewleta Tirk a dagirker û domandina êrişên hovane yên li dijî sivîlan û avahiyên xizmetguzarî û civakî hate kirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin erebeyên li cihê teqînê.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha bang li raya giştî û civaka navdewletî kir rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha di daxuyaniya xwe ya nivîskî de anî ziman, “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiryarên li dijî ewlehî aramiya herêmên me û silametiya welatiyan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û dewletên garantor ên ku peyman îmze pêk anîne, dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, dawî li van kiryar û binpêkirinan werînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst