Li Amedê 6 kesan zêrînger bi zêrên sexte şêlandin

09-06-2022
Abdulselam Akinci
Li Amedê 6 kesan zêrînger bi zêrên sexte şêlandin
Li Amedê 6 kesan zêrînger bi zêrên sexte şêlandin
Nîşan Amed Zêr Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 27ê Gulanê li Amed a Bakurê Kurdistanê 6 kesan 3 zêrînger bi zêrên sexte xapandibûn. Li gorî zanyarîyên ku zêrîngeran ji Rêveberiya Ewlekariya bajêr wergirtine, 6 kes ji bajarên cûda yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê çûne Amedê û xwe weke fermanber dane naskirin û di wê rojê de zêrên sexte firotine 3 zêrîngerên Amedê û reviyane. Piştî ku zêrînger pê dihesin ku hatine xapandin, hêzên asayîşê agahdar dikin û dest bi lêpirsînê tê kirin.

Asayîşa Amedê ji kamerayên çavdêriyê ya zêrîngeran, tometbaran nas dikin û dema ku her şeş tometbar dixwazin bi otomobîla xwe ji Amedê derkevin, ew li ser riya Rihayê têne girtin, wan tînin Amedê û serdozger daxwaza girtina wan dike û ew tên girtin, ji bo girtîgehê tên şandin. Odeya Zêrîngerên Amedê ji bo pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî zêrîngeran hişyar dike.

Di 27ê meha derbasbûyî (Gulanê) de li Amedê 6 kesan hevdem 3 zêrînger bi zêrên sexte şêlandibûn û 3 zêrîngerên Amedê  bi bihayê 66 hezar û 800 lîre rastî zirarê hatibûn.

Di 27ê meha Gulanê ji dîmenên kameraya çavdêriyê ya zêrîngerekî taxa Ofîsê ya Amedê diyar e ku jin û mêrek dikevin zêrînger, armanca wan ew e ku bazineke zêr hûr bikin, ew bazina xwe didin hûrkirin lê demek pişt re zêrînger pê dihise ku ew hatiye xapandin lewra ew bazina ku wî hur kiriye sexte ye.

Zêrînger Berat Çetîn got, “Gava min bazin da deste xwe lê nihêrî, min dît grama wê temam e, rengê wê temam e, denge wê temam e, min li destkariyê nihêrî ku ew jî temam e, ji bo min ewle jî hatin. Digotin em memur in, gotin em berî niha jî hatine me ji te danûstendin kiriye, li ser wî min zêra wan stand û pere wan da wan.”

Di heman rojê de hevdem li navçeya Peyasê ya Amedê li du zêrîngerên din jî bi heman şêweyî du bûyerên din ê xapandinê rû didin, piştî lêkolîna hêzên asayîşê tê fehmkirin ku çeteyek ku ji şeş kesan pêk tên bi hevkarî di heman rojê de li Amedê bi zêrên sexte 3 zêrîngeran bi bihayê 66.800 lîreyê Tirkî  xapandine û reviyane.

Zêrînger Berat Çetîn li ser diziya zêran got, “Paşê min di ekrana komeleya me de fotografê wan dît ku nivîsine van kesan zêrên sexte difroşin. Gava min dîmenên wan dît min got vana hatin dukana min jî. Pişt re ew bazina ku min ji wan stendibû min derxist lê nihêrî ku tiştek tune, saxlem xûya dike û min meqesê hilda bazinê birî min dît ku hundurê zêr pembe ye,min bazinê li kevir xist min dît ku hundir paxir e.”

Serokê Odeya Zêrîngerên Amedê Mehmet Yuksel jî amaje bi profesyonelbûna dizan dike û hişyarî dide zêrîngeran.

Serokê Odeya Zêrîngerên Amedê Mehmet Yuksel anî ziman, “Erê welleh ku zêrînger jî hatibin şêlandin xuya ye ku rewşa me ne baş e. Em ji esnafên xwe re dibêjin, ew malên ku ji wan re tê bira bi meqesê jêkin ji xwe dê diyar be zêr e an jî sax te ye.”

Li gel wê şeş gumanbarên ku bi xapandina sê zêrîngeran tên sûcdarkirin ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve dema ku dixwestin ji Amedê derkevin ber bi Rihayê ve biçin hatine desterserkirin. Hêzên Ewlehiyê ên Amedê di encama lêgerîna di otomobîlê gumanbaran de dest dan ser hejmarek cûre zêrên sexte û 57.682 lireyê Tirkî. Her şeş gumanbar jî ji aliyê dadgehê ve bi hinceta şêlandin û sextekariyê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst