Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa dronê ya ser Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi tundî êrîşa terorîstî ya şeva Çarşemê 8-9ê Hezîrana 2022an li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana şermezar dikin ku di encamê de çend welatiyên sivîl birîndar bûn û gelek otomobîlan jî ziyan dîtin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Em di wê baweriyê de ne ku dubarekirina van kiryarên terorîstî dê zirarê bide aramiya emnî û rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û navçeyê û xizmeta dijminên Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.”

Di peyamê de hat gotin, "Weke her car [Serokatiya Herêma Kurdistanê] piştevaniya bihêzkirina hemahengî û hevkariya di navbera dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de dike ji bo dîtina kesên ku destê wan di van êrîşan de hene."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî kir ku gavên cidî bavêjin ji bo rêgirtin li dûbarebûna wan êrîşan ku bandoreke mezin li ser aramiya navçeyê bi giştî dike.

Şeva bihurî li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê droneke bombebarkirî teqiya û 3 kes birîndar bûn, hejmarek otomobîlan jî ziyan dîtin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew kesên ku îddîa dikin ku otomobîleke rêxistina îstixbarata Îsraîlê MOSSADê hatiye armanckirin, dixwazin têkçûn û lawaziya xwe veşêrin, ew bila her tiştî ewlehiya di nav cergê paytext û bajarên xwe de biparêzin.

Bi vê êrîşa şeva borî, di sal û nîvekê de 12 êrîş li Hewlêr û derdora wê hatine kirin. Herî dawî di 11ê Îlona 2021an de bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin êrîşa bi dronan li ser Hewlêrê pêk hatibû.