Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Belcîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevî şandeke pê re îro bi serdaneke fermî gihîşt Bruksel a paytexta Belcîkayê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdana xwe de dê li gel berpirsên pilebilind ên Belcîkayê bicive.

Di civînan de dê derbarê pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belcîkayê û berdewambûna alîkarî û hemahengiya hêzên Hevpeymanan li gel Pêşmerge bo rûbirûbûna terorê gotûbêj bê kirin.

Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di vê serdanê de bi Mesrûr Barzanî re ne.

Roja Duşemê 10ê Gulana 2021, Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belcîkayê Sophie Wilmes pêwendiyeke telefonî pêk anîbûn. Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdu alî li ser giringiya berdewambûna pêwendiyan û hemahengiya bo van mijarên ku jibo herdu aliyan giring in, hemfikir bûn.

Her di wê pêwendiya telefonî de, pêngavên rûbirûbûna koronayê û kempînên vaksînkirina li hember coronayê hatibûn gotûbêjkirin. Mesrûr Barzanî daxwaz ji Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê kiribû ku “di rêya Yekîtiya Ewropayê re alîkariya penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê bikin”, bi taybet ku “şiyanên Herêma Kurdistanê di vê derbarê de sînordar in.”