Mistefa Ozçelik: Divê partiyên Kurdan girîngiyê bidin mafên netewî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik ragihand ku divê partiyên Kurdan girîngiyê bidin mafên netewî deriyê wan ê danûstandinan li ser hinek bingehên esasî ji her partiyê re vekiriye.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê peywendiyên di navbera partiyên Bakurê Kurdistanê û mercên xwe yên hevdîtinan de axivî.

Mistefa Ozçelîk da zanîn ku îro 9ê Hezîranê, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û şandeyek ku ji parlamenter û rêveberên HDPê pêk dihat îro serdana bajarê Amedê kirin, û berî du rojan HDPê ligel PAKê peywendî daniye ku xwestiyê hevdîtinê ligel wî jî bike, lê ji ber ew li Amedê nebûye, ew hevdîtin bo demeke din hate paşxistin.

Ozçelik diyar kir ku ew weke PAK, siyaseta xwe li dijî aliyekê birêve nabin, lê ji bo danûstandinan prensibên wan hene û got ku berî niha ji bo tifaqeke neteweyî HDPê ji wan re jî pêşniryar biriye, lê ji ber ku HDP ne partiyeke netewî û Kurdistanî  ye ew xwe weke partiyeke Tirkiyeyî dibîne, ew rast nabînin ligel wê partiyê, tifaqeke neteweyî ya Kurdî pêk bînin, bi gotina wî çimkî tifaqa neteweyî ya Kurdî di navbera partiyên Kurdistanî de dibe.

Serokê PAKê destnîşan kir ku eger HDPê  weke partiyeke Tirkiyeyî, daxwazên gelê Kurd ên rawa biparêze ew dikarin ligel wê jî danûstandinan bikin û deriya wan ji her partiyeke re vekiriye ku rêz li mafê gelê Kurdan bigirin.

Ozçelik di berdewamiya xwe de got: “Eger armanca pêknaîna tifaqa neteweyî be, divê prensibên neteweyî bibin bingeh weke hebûna Kurdistanê, hebûna Ala Kurdistanê, hebûna gelê Kurd, hebûna mafê statuyeke siyasî û lixwedîderkitina nirxên neteweyî hinek tiştên din e. Em dibêjin li ser vê yekê hemû aliyên Kurd û Kurdistanî dikarin bêne ba hev û tifaq û hevkariya dikarin bikin.”

Herwiha Ozçelik da zanîn ku li Tirkiyê jî kîjan partî yan alî, bikare azad û  dadmendiyê pêş bixe û mafê Kurdan jî bixe nav bernameyên xwe weke PAK amade ne ligel danûstandinan bikin.

Siyaseta HDPê, Ozçelik weke “siyaseteke şêlo” pênase kir û derbarê vê yekê de got: “Me weke PAK her tim danîna qeyûman û girtina parlamenteran şermezar kiriye, lê divê em vê yekê baş bizanin ku ev siyaseta HDP dimeşînê di eslê xwe de siyaseteke şêlo ye. HDP xwe weke partiyeke Tirkiyeyî pênase dike, lê ji bilî Kurdan ti kes piştgiriya wê nake. Divê em wê rastiyê bibînin ku li nav civaka Tirkiyê de ti beramberiyekî wê nîne. Lewma tişta girîng ew e ku em weke aliyên Kurdan, li ser hinek daxwazên mequl weke hebûna Kurdistan û gelê Kurd, jixwe ev di dema Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê de jî hene, ji ber vê yekê ew nedaxwazên ku neyên qebûlkirin.

HDP her çend xwe weke partiyeke Tirkiyeyî pênase bike jî divê xwedî li van nirxan derbikeve. Madem dibêje ez nûnerê hemû pêkhateyên li Tirkiyê me, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 25 milyon Kurd hene divê li wan û daxwazên wan jî xwedî derbikeve.”