Li Amedê derketina bê mask hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bilindbûna hejmara tûşbûyên Koronayê, li Ameda Bakurê Kurdistanê bikaranîna maskan bûye merc.

Parêzgarê Amedê Hesen Besrî Kiyozeluglo li ser twîttera belav kiriye, ku derketina derve bê mask qedexe ye.

Di twîtta parêzgarê Amedê de hatiye, ku wan nikarîbû di babeta mask û parastina mesafeya di navbera wan de, bigihin wê asta ku dixwazin, ji ber vê yekê ji 10ê Hezîranê ve derketina derve bê mask qedexe ye.

Kiyozluglo herwiha tekez kir, ku nabe di minibus û otubusan de, kes li ser piyan raweste û divê li gor hejmara kursiyan xelkê helgirin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha 141 hezar û 380 kes bi koronayê ketine û 4 hezar û 711 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li aliyekî din, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî derbarê rewşa belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî daye û ragihandiye, eger tedbîr bêne kêmkirin, dê rewş xirabtir be û hejmara tûşbûyan zêdetir bibe.