Sertaç Bucak: Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî hêja ye

09-06-2019
RÛDAW
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak
Nîşan PDK-Bakur Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak di derbarê serokatiya Nêçîrvan Barzanî de ragihand, Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî gelek jêhatî ye û di asayîkirina peywendiyên hemû aliyan de roleke sereke lîstiye û wan jî bendewariyên zêde ji Nêçîrvan Barzanî hene.

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak diyar kir ku ew dixwazin Nêçîrvan Barzanî di dema serokatiya xwe de çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî cuda bixe rojevê.

 

Sertaç Bucak ji Rûdawê re destnîşan kir: “Min cenabê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir, ji ber ku baweriya min li ser siyaseta wî û tecrubeya wî heye û ez dibêjim ew di vê wextê de bibe Serokê Herêma Kurdistanê, serokekî baştir dibe.”

 

Bucak da zanîn: “Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî hêja ye, bi taybetî ji bo danûstandinên navbera Kurdistan û Bexdayê, danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, û gelek bi welatên din re peywendiyên wî yên xurt hene. Dema mirovan wan twîtan temaşe dike, piştî hilbijartina wî twîtên pîrozbahiyê, hemû însanên biyanî bûn, li Amerîka, li Katalonya û welatên din ên Ewropayê, ev nîşan dide ku di vê demê de bi taybetî, him li Rojhilata Navîn, him li Ewropa û him jî li Amerîkayê, di vê demê de serokekî wisa hebe ku ji bo dîplomasî, ji bo pêşveçûn, ji bo danûstandin û ji bo muzakereyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê, ez bawer dikim ku ev biryareke rast a Parlementoya Herêma Kurdistanê bû.”

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak eşkere kir: “Hêviya min ew e ku rewşa siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê pêş bikeve, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel cîranên wê baştir bin û ez hêvî dikim weke Kurdekî Bakur, pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî din bîne rojevê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst