Sinan Çiftyurek: Em hêvî dikin Nêçîrvan Barzanî pirsa Kerkûkê çareser bike

09-06-2019
RÛDAW
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê KKP Sinan Çiftyurek
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçêrvan Barzanî pirsa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê çareser bike û mafê tevahiya kedkaran ji biparêze.

 

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek bi rêya Rûdawê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Sinan Çiftyurek got: “Ev heyameke dirêj bû posta Serokatiya Herêma Kurdistanê vala bû û Birêz Nêçîrvan Barzanî di parlamentoya Kurdistanê de bi piraniyan dengên parlamenteran hat hilbijartin û niha wê postê tije dike. Em Birêz Nêçîrvan Barzanî pîroz dikin.”

 

Çiftyurek wiha behsa hêviyên xwe yên ji Nêçîrvan Barzanî hene kir: “Em bawer dikin ku ew dê serbikeve. Ji bo serbikeve jî ew û parlamentoya Kurdistanê çi ji destê wan bê dê pêk bînin, em wija bawer dikin. Daxwaza me ew e ku wê bîrana me ya kûr a yekîtiya Pêşmerge pêk bîne, çimkî du artêşên Pêşmerge nabin. Wekî duyemin jî pirsa Kerkûk û navçeyên nakokî li ser hene  çareser bikin. Sêyem jî ji bo nêzîkbûna TEVDEM û ENKSê çi ji destê wê bê bike. Çarem jî mafê tevahiya kedkarên Kurdistanê bên dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst