Husên: Referandûm dê biryara dewleta serbixwe eşkere bike

Hewlêr (Rûdaw)– Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Di referandûmê de dê pirsiyar bê kirin ka gelo Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dixwaze bibe dewletekî serbixwe yan ne.”

 

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên derbarê fermana Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê biryara referandûmê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermana jimare 106 a 08/06/2017ê, biryar daye roja 25/09/2017 referandûm bê lidarxistin û ji bo vê armancê jî ji bo bi cîhkirina mafê çarenûsê gelê Kurdistanê, Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Referandûm raspardiye.  

 

Husên got: “Di vê fermanê de Serokê Herêma Kurdistanê biryar daye, ku referandûm li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê were kirin û di referandûmê de dê pirsiyar were kirin ka gelo, dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bibe dewletekî serbixwe.

 

Fûad Husên diyar kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Referandûmê raspardiye ku ji derfeta beşdarbûna revenda Kurdistanî ya li derveyî welat ya ji bo vê proseyê kar bikin.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Serokê Herêma Kurdistanê ev ferman li gorî yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê derxistiye. Li ber çav girtina berjewendiya giştî û piştbestina bi bingehên mafê çarenivîsê mafek e, ku ji aliyê Civaka Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve jî hatiye pejirandin. Bi vê yekê gelê Kurdistanê xwediyê hemû taybetmendiyên xwe ye li ruyê ax û ziman û çand û dîrok û şunas û hemû bingehên pênasandinê weke gelekê. Ji bo wê yekê bi hemû pêveran maf heye li ser çarenûs û paşaroja xwe biryar bide.

 

Fuad Husên ragihand: “Serok Barzanî ji destpêka avabûna dewleta Iraqe heta niha gelê Kurdistanê her tim ji bo çespandina mafan û ji bo pêkve jiyanekî aştiyane li gel gelên din ê Iraqê xebatê kiriye. Di encama xebata tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de desthilatdarên Iraqê çendîn soz û belgename pêşkêş kirine. Lê belê di encamê de hemû soz hatine binpêkirin û piştguhxistin. Bersîva daxwaziyên gihîştina mafên rewa bi agir û hesin hatiye dayîn û di bin navê enfal, raguhestin (nefîkirin), nîştecîhkirina bi zorê, herifandina gund û avahiyan, jêrxana aborî û bikaranîna gazê jehrî ya qedexekirî li dijî xelkê sîvîl, gelê Kurd rastê êş û jenosîdan hatiye.”

 

Husên destnîşan kir: “Serokê Herêma Kurdistanê di fermanê de behsa wê yekê kiriye, ku piştî proseya rizgarkirina Iraqê ya sala 2003ê, li ser bingeha demokrasî û fireh hîzbî, yekîtiyeke dilxwazane ku têde mafê hemû pêkhatan parastî be, derfeteke nû ji bo avakirina Iraqê peyda bûye. Gelê Kurdistanê bi awayeke çalak neşdarî avakirina Iraqa nû kiriye. Lê piştî derbasbûna çendîn salan, hê jî li Iraqê destûr têbinpêkirin, girîngtirîn payeyên federalî ku dabeşkirina dahat û diyarkirina sînorên Herêma Kurdistanê ne, nehatine bi cîhkirin. Li gel vê yekê jî budçeya Herêma Kurdistanê hatiye birîn û madeya 140 a desturê nehatiye bi cîhkirin.”

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got: “Pabendbûna bi vê destûrê ve, yekîtiya dilxwazane ya Iraqê, gel û ax û serweriya wê diparêze. Ji bo wê yekê bi berevajî ve binpêkirina wê dibê sedema veqetînê.”

 

Her wiha Fuad Husên got: “Di fermanê de hatiye gotin, ku bi sedema berdewamiya hikumet û serkirdayetiya siyasî ya Iraqê li ser siyaseta binpêkirina destûr û piştguhxistina mafên gelê Kurdistanê û piştî şêwirîn û guftûgoya li gel aliyên siyasî, me biryar da vegerin li ser ra û îradeya gelê xwe daku biryarê li ser çarenivîs û paşaroja xwe bi encamdana vê referandûm bidin.”

 

Fuad Husên di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand, ku ji bo vê mebestê li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê civînek sazkiriye û raguherîn û guftûgoyeke têr û tije di derbarê naveroka vê fermanê û pêdivî û karên teknîkî û çawayiya birêvebirina proseyê kiriye. Encama civînê bi erênî hatiye nirxandin.