200 hezar torîstan îsal serdana Sûr a Amedê kirine

Amed (Rûdaw) - Navçeya Sûrê ya Amedê ku bajarekî dîrokî û torîstî ye, ji ber şer û pevçûnan par ji turîstan xalî mabû. Lê piştî ku şer li Sûrê nema, îsal li vê navçeyê hejmara torîstan ji sedî 51 zêde bû.

 

Li bajarê Amedê par ji ber şer û pevçûnên dijwar ku di navbera leşker, polîs û çekdarên YDG-H'ê de, ku komeke çekdar a ser bi PKKê ve ye, qewimîbûn, hejmara geşt û gûzaran ango turîstan ji sedî 90 ketibû. Lê piştî şer û pevçûnan, îsal bi hatina demsala havînê re li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê qelebalixiyeke zêde li ber çavan dikeve. 

 

Li gorî rêveberên komeleyên torîzmê, îsal li gorî par ji sedî 51 hejmara turîstan zêde bûye û ji niha de 200 hezar kesî serdana Amedê kiriye.

 

Tê çaverêkirin ku îsal ev hejmar qat bi qat zêde bibe û bigihije 600 hezar kesî. Lê esnafên Sûrê ku di dema şer de zirareke mezin dîtibûn dibêjin qelebalix zêde ye lê turîstan hêj bandoreke erênî li ser bazarê nekiriye.  

 

Serokê Odeya Turîzm û Nasandina Amedê Edîp Paçal li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: “Ji destpêka salê ve hejmara turîstan gihişt 200 hezar kesî. Me bi Wezareta Perwerdehiyê re jî protokolek îmze kir. Li gorî vê protokolê ew ê îsal ji 83 bajaran xwendekar bînin Amedê û li Sûrê bigerînin. Ev tê vê wateyê ku dê îsal nêzî 600 hezar turîst bên Amedê. Ger em bigihijin vê reqemê, hem bajarê Amedê dê baş bê naskirin û hem jî hemû dikandar û xelkê Amedê dê ji vê protokolê qezenceke baş bi dest bixe.”

 

Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi birc, xanî û avahiyên xwe yên dîrokî navdar e, şopa 7 hezar salan û 27 şaristaniyan tê de heye. Ji ber vê yekê turîst eleqeyeke mezin nîşanî Sûrê didin. Lê piraniya esnaf û dikandarên Sûrê dibêjin qelebalix zêde be jî kirîn û firotin gelek kêm e. 

 

Dikandara Sûrê, Perîxan jî ji Rûdawê re axivî û got: “Milet gelek tê.Meraq dikin, tên van deran dibînin. Tên li van deran dinêrin. Lê danûstandin zêde tune ye.”

 

Eşref Altaş jî ku dikandarekî din ê Sûrê ye, diyar kir: “Heta ku ev bûyer derketibûn Sûr baş bû lê ji şer heta niha Sûr bi xwe ve nehatiye.”

 

Ercan Ceylan jî da xuyakirin: “Du sê sal berê baş bû. Piştî ku li vir şer derket, hê jî Sûr baş nebûye.”

 

Di dema şer û pevçûnên par de digel xelkê Sûrê esnafan jî zirareke mezin dîtibû. Li Kolana Gaziyê ku dilê Sûrê ye, hema hema ji xeynî polîsan tu kes lê nemabûn. Îsal serdaneke zêde li vê navçeyê heye lê diyar e ku hêj bandora xwe li ser aboriya Sûrê nekiriye.