Galeriya wêneyan

09-06-2017
13 Photos
Rûdaw

Duhok (Rûdaw) – Li Gundê Bazê yê ser bi devera Barzan ve, di projeyeke xwedîkirina mirîşkan de, 9 hezar mirîşk ji ber bêxemiya karmendekî mirar bûn.

 

Xwediyê projeyê, Îhsan Bazê ji Rûdawê re ragihand, sedema mirarbûna wan mirîşkan raketina (razana) karmendekî bûye û ji ber ku razayî bûye, elektrîka projeyê hil nekiriye, mirîşkên projeyê mirar bûne.

 

Îhsan Bazê diyar jî kir, ku di encama wê bûyerê de, 35 milyon dînarê iraqî (30 hezar dolar) zirar gihîştiye wî.