200 çekdarên DAIŞê li ser sînorê Başûrê Kurdistan û Iraqê bicîh bûne

09-06-2017
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Rêzeçiyayên Hemrînê
Rêzeçiyayên Hemrînê
Nîşan Hemrîn Pêşmerge Xurmatû DAIŞ Iraq
A+ A-

Hemrîn (Rûdaw) – li rêzeçiyayên Hemrînê nêzîkî 200 çekdarên DAIŞê belav bûne, ala reş hildane, dixwazin xwe li ser sînorê Başûrê Kurdistan û Iraqê bicîh bikin.

 

Li gorî zanyariyên fermandeyên pêşmerge, DAIŞ dixwaze bi grûbên biçûk, li hember hêzên ewlekariyê çalakiyan bike. Ev demeke li sînorê navçeyên Xurmatû û Daqûqê, tevgera çekdaran zêdetir bûye. Hebûna DAIŞê ya li Hemrînê, ji parêzgehên Kerkûk, Selahadîn û Diyalayê re metirsî ye.

 

DAIŞ dixwaze piştî şerê Mûsil, Tilefer û Hewîceyê, pêgeha xwe ya li Hemrînê zêde bike, li vir bi rêya grûbên biçûk û nependî, şerê xwe berdewam bikin.

 

Di du mehên derbasbûyî de çekdarên DAIŞê 4 caran êrîşê Hêzên Pêşmerge kirine û herwiha 6 caran jî êrîşê Heşda Şeibî kirine.   

 

Erkê parastina van herêman di stûyê Lîwaya 5 a Piyade ya Hêzên Pêşmerge de ye.

 

Rêzeçiyayên Hemrînê beriya hatina DAIŞê cihê perwerde û rahênana El Qaîde bû. Piştî sala 2003ê, hikûmeta Iraqê nekarî bi temamî vê herêmê kontrol bike. Lewma ev hermên ji bo xweveşartina DAIŞê jî weke herêma herî guncayî tê dîtin.

 

Lewma, fermandarên pêşmerge dibêjin, “Bêyî ku rêzeçiyayên Hemrînê bi temamî werin kontrolkirin, êrîşên DAIŞê bidawî nabin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst