BDP û PDK li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şandeke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Hewlêrê kiriye û bi rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtin pêk aniye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeke BDP û HDPê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji Parlamentera Amedê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer, şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Ebdullah Demîrbaş û rojnamevan Memet Doymaz pêk hatiye.

Her wiha li gorî Rûdawê, şanda BDP û HDPê bi şandeke PDKê re hevdîtin pêk aniye lê serdana Qendîlê nake û dê li Hewlêr û Silêmaniyê bi partî û aliyên siyasî yên Başûr re bicivin.

Endamekî şanda hank u nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, ew dixwazin piştî hevdîtinan li Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li dar bixin û eger bikarin dê serdana Rojavayê Kurdistanê jî bikin.

Wî endamê şanda BDP û HDPê nexwest navê endamên şanda PDKê ya ku bi wan re rûniştiye her wiha naveroka civînê ji Rûdawê re bêje.