BDP carek din kongreya xwe paşxist

 

Enqere (Rûdaw)- Kongreya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) carek din hat paşxistin, lê vê carê demek diyarkirî bo lidarxistina wê nehat aşkere kirin.

 

Biryar bû roja 08.06.2014 BDP kongreya xwe lidarxistiba, lê di wê demê de birayr hatibû dayîn ku ew kongre roja 15ê mehê hatibû paşxitin.

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Şewket Herkî ragihadn ku çavkaniyeke taybet ji nava BDP ragihand ku kongreya BDP yê ku biryarbû roja 15.06.2014 were lidarxistin, bo demek nediyar hat paşxistin.

 

Çavkaniyê ku nexwest navê wê bê aşkere kirin got ku ji wan re hatiye gotin ku ji ber bûyerên Licê li Amedê, Bakurê Kurdistanê, kongre hatiye paşxistin, lê aşkere kir ku “Sedema sereke ewe ku hin nerazîbûn û gotûbêj di nava BDP de heye” lewma kongre hatiye paşxistin.

 

Ji aliyek din ve peymanêrê me da zanîn ku endamekî din ê BDP sedema paşixtina kongreyê ji roja 15ê mehê bo demek nediyar bo “Amade nebûna hola lidarxistina kongreyê” vegerand.

 

Ji aliyek din ve pispor û çavdêrên siyasî dibêjin ku dibe ev paşxistinên kongreya BDP sedema wê ya sereke “Tevlîbûna BDP ligel Partiya Demokratîk a Gela HDP be.”