Cîgira Serokê PÎAyê: Şertê me ew e ku di bin banê Kurdistaniyê de bibin yek

09-05-2023
RÛDAW
Rumeysa Gulmez behsa bernemaye partiya xwe û hevpeymaniya Partiya Çepên Kesek dike
Rumeysa Gulmez behsa bernemaye partiya xwe û hevpeymaniya Partiya Çepên Kesek dike
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Menîce Rûmeysa Gulmez Partiya Însan û Azadî Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Menîce Rûmeysa Gulmez ragihand ku yekane şertê ji bo hevpeymaniya hilbijartinê ya bi Partiya Çepên Kesk (YSP) re di bin banê Kurdistaniyê de bibin yek û got: “Divê partiyên siyasî yên Kurd tifaqê pêk bikin.”

Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadî (PÎA) Menîce Rûmeysa Gulmez ku partiya wan bi Partiya Çepên Kesk re di nava tifaqê de ye, bersiv pirsên Bêjerê Rûdawê Nwêner Fetîh da.

Menîce Rûmeysa Gulmez, rola jinê ya di siyasetê de nirxand û got: “Bi rastî ti nav kîjan karî de jin nebe, ew kar bi ser nakeve. Tiştekî baş e ku jin di siyasetê de cih bigire, xizmeta gel û welatê xwe bike, heta ji destê wan tê alîkariya derdora xwe bike. Di siyaseta Kurdan de gelek xebatkarên jin ên hêja hene. Ev me gelek kêfxweş dike. Dema em diçin her derê jin û dayik bi hêsanî bi me re diaxivin û pirsgirêkên xwe parve dikin. Têkiliyên me hem bi siyasetmedaran re hem jî bi jinan re baş in.”

Derbarê pirsgirêkên sereke yên Wanê û hêviyên dengdêran de jî Gulmez got: “Xelk zêdetir azadiyê dixwazin. Li Wanê ev 6-7 sal in qedexe hene, xelk dixwaze ev qedexe bên rakirin. Gelek pirsgirêkên aborî hene. Di girtîgehan de gelek kes hene. Ji her malbatekê hema bêje ya kesek di girtîgehê de an jî li dadgehê ye. Pirsgirêkek rastîn heye. Divê hemû qedexe û zilma li ser Kurdan bi dawî bibin. Divê qeyûmên şaredariyên me biçin. Bi hezaran siyasetmedarên me di zindanan de ne, divê bên berdan. Ev daxwazên xelkê yên bingehîn in, van ji me re dibêjin.”

Têkildarî hevpeymaniya PÎA û Partiya Kesekên Çep de jî Gulmez got: “Em di hilbijartinên herêmî yên 2019an de tevlî tifaqê bûn. Di hilbijartina 2023an de me dîsa di nava tifaqê de cihê xwe girt. Ez hêvî dikim ku em ê parlamenterekî xwe yê bişînin parlamentoyê. Di vê tifaqê de şertê me ew bû ku em di Kurdistaniyê de bibin yek. Em ti şert û mercên zehmet nadanin li ber partiyên me Kurdistanê yên di nav xebatê de ne. Em dibêjin; em sazî, partî û rêxistinên kurdan mecbûr in ku di bin banê Kurdistaniyê de bibin yek. Divê li dora Kurdistanîbûnê tifaqek çêbibe. Ji ber ku pirsgirêkên me hevpar in, derd derdê me hemûyan e. Ev qedexe, zext, zilm, girtin û kuştin birîna hevpar a hemû Kurdan e. Di vê çarçoveyê de em cudahiyê naxin navbera ti partiyek Kurdî de. Ji ber wê yekê şertê me yê herî mezin ev e. Her wiha hem li ser navê Partiya Însan û Azadiyê hem jî li ser navê tifaqê em xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.”

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç ji bo parlamenteriyê ji lîsteya YSPê ya Amedê di rêza 7mîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst