Li Sûdanê ji ber nebûna derman zarokekî Kurd jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdanê, ji ber tunebûna derman zarokekî Kurd ku xelkê Kobanî ye jiyana xwe ji dest da.

Ji roja 15ê Nîsanê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo de dest pê kiriye û ji ber şer rewşa mirovî li wî welatî gelek xirab bûye.

Şerê li Sûdanê bandor Kurdên li wî welatî jî kiriye ku piranî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û bi hezaran Kurd ji bajarên Xertûm û Um Derman koçber bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, herî dawî zarokekî Kurd li Sûdanê ji ber dermanan nebûne, canê xwe ji dest daye.

Bavê wî zarokî Enwer Mistefa Seydê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi sedema tunebûna dermanan kurê wî 2 mehî Mihemed Enwer Mistefa jiyana xwe ji dest daye.

Seydê got, ji ber şer wan nikarîbû kurê xwe yê nexweş veguhêzin nexweşxaneyeke Xertûmê, lewma ew zarok 8 rojan li nexweşxaneyeke wilayeta Kesela ku pizîşk lê nebû mabû û ji ber nebûna derman û çareseriya pêwîst, canê xwe ji dest da.

Enwer Mistefa Seydê xelkê gundê Elîşar ê Kobanî ye û ji ber şerê Sûdanê ew li wî welatî asê mane.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, heta niha di encama şerê navxwe yê li Sûdanê zêdetirî 700 kesan hatine kuştin û zêdeyî 5 hezar kesan jî birîndar bûne.

Herwiha ji ber şerê, heta niha 700 hezar kes li Sûdanê bi neçarî ji cih û warên xwe koçber bûne.