Termê koçberê Efrînî yê ku di deryayê de xeniqîbû hate veşartin

09-05-2023
RÛDAW
Termê koçberê Efrînî yê ku di deryayê de xeniqîbû hate veşartin
Termê koçberê Efrînî yê ku di deryayê de xeniqîbû hate veşartin
Nîşan Efrîn Koçberê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê termê koçberekî ku di Deyaya Egeyê de ku canê xwe de ji dest dabû, bi axê hate sipartin.

Li gorî zanyarî û dîmenên taybet ku ji bajarê Efrînê gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê diyar dikin ku îro Sêşemê 09ê vê meha Gulanê, li goristana Zeydiyê ya bajarê Efrînê, termê koçberê Efrînî yê bi navê Mihemed Ednan bi axê hate sipartin.

Mihemed Ednan li gel hevjîna xwe dixwest bi rêya Deryaya Egeyê ji Îzmîrê derkeve, ji bo bigihêje welatekî Ewropoya, lê belema wan binav bû û Mihemed Ednan canê xwe ji dest da û hevjîna wî hate veguhestin bo nexweşxaneyê.

Roja Sêşemê bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab El-Selamê cenazeya Mihemed Ednan gihişte Efrînê û li Goristana Zeydiyê hate veşartin.

Mihemed Ednan weke sedên hezaran welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, dilê xwe bi jiyaneke azad birûmet û xweştir xweş dikir, lê ew armanca wî û malbata wî bicih nehat û li ser milan hate vegerandin bo Efrînê, cihê jidayikbûn û zaroktî û ciwaniya wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst