Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir

09-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Cenim û Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê îsal her kîloyeke benim bi 43 sentan û ceh jî 35 sentên Amerîkî ji cotkaran bikirin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh ji cotkaran eşkere kir.

Rêveberiya Xweser îsal dê her yek kîlo genim bi 43 sent (derdora 3 hezar û 800 Lîreyê Sûrî) û ceh jî 35 sent (derdora 3 hezar û 100 Lîreyê Sûrî) ji cotkaran bikirin.

Beriya niha Hikûmeta Sûriyê ragihandibû ku ew dê her yek kîlo genm bi 2 hezar û 800 Lîreyê Sûrî ji cotkaran bikire.

Sala par Rêveberiya Xweser her kîloyeke genim bi 3200 Lîreyên Sûrî ji cotkaran kirîbû û Hikûmeta Sûriyê jî bi 2000 Lîreyên Sûrî genim ji cotkaran kirîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst