Berbijêrê YSPê yê Mêrdînê George Aslan: Baweriya min bi biratiya gelan heye

09-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan George Aslan Partiya Çepên Kesk Mêrdîn Suryanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Mêrdînê George Aslan got “Ez şoreşger im, bîr û baweriya min bi biratiya gelan heye. Eger ez bêm hilbijartin ezê di parlamantoyê bibim dengê gelan.”

Bernameya Berbijêr a ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci amade dike, vê berbijêrê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Mêrdînê yê rêza 4em George Aslan bûye mêvanan. George Aslan derbarê plan û projeyên partiya xwe de ji Abdulselam Akincî re axivî.

Aslan piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an salek hat girtin û nêzî 26 mehan di Girtîgeha Mamakê ya Enqereyê de ma.

Herwiha Aslan ku piştî ji girtîgehê dertê ji ber ku 7 sal cezayê zindanê lê tê birîn diçe Ewropayê û li wir jî xebatên xwe yên siyasî didomîne.

“Ji bilî Partiya Çepên Kesk ti partiyek negot 'Deriyê me ji hemû gelan re vekirî ye'”

George Aslan ê ku di sala 1958'an de ji dayik bû û 35 sal li Hollandayê jiyaye, derbarê berbijêriy xwe ya ji Partiya Çepên Kesk de wiha axivî:

“25 partî beşdarî hilbijartinê dibin, ji bilî Partiya Çepên Kesk ti partiyek negot 'Deriyê me ji hemû gelan re vekirî ye'. Me ev helwest ji kesî nedît. Di nava partiyên muxalefetê de ev partiya ku em dikarin biçin heye. Em ê biçin AKP an MHP’ê?”

Aslan diyar kir ku ji bo pêşniyarên AK Partî, MHP û CHP'ê bên kirin ew dê van pêşniyaran qebûl nekin û got “

Partiyên ku ji şopa HEPê (Partiya Kedê ya Gel) tên her dem ji gelan re derfet û rê vekirin, gotin `lazim e nûnertiya gelan hemû di partiya me de çêbibe.` Beriya min jî 2 parlamenterên Suryanî ketin parlamentoyê. Demekê Erol Dora û demekê jî Tuma Çelîk hebû. Partiya Çepên Kesk dibêje divê cih bidin Ermenî û Suryanî jî.”

“Ez ê bibim dengê gelan”

Aslan diyar kir ku ji Partiya Çep a Keskan pêşniyara berbijêriyl wernegirtiye û wî bi xwe serlêdan kiriye û dibêje “Roja ku em hatin Midyadê û li vir buroya hilbijartinê vekir, min ji xelkê re wiha got: Eger ez bêm hilbijartin û herim meclîsê ez ê bibim dengê gelê Mêrdînê. Min soz da ku ez pêşî bibim dengê wan û piştre jî hemû gelên bindest. Ez şoreşger im, bîr û baweriya min bi biratiya gelan heye. Eger ez bêm hilbijartin ezê di parlamantoyê bibim dengê gelan.”

“Pirsgirêka tapoyê ya Êzdî û Suryaniyên ku ji Ewropayê vedigerin heye”

George Aslan têkildarî pirsgirêkên Suryaniyan û Êzidiyên ku ji Ewropayê vegeriyane ev tişt anîn ziman.

“Gelek Suryaniyên ku çûne Ewropayê vegeriyan û gundên xwe ji nû ve ava kirin. Heta 15 sal berê hemû gundên Çiyayê Bagokê vala bûn. Niha xelk vegeriyane van gundan. Niha li van gundan pirsgirêkeke mezin a erd û tapoyan heye. Ev pirsgirêk ne tenê Suryaniyan e, yên Êzidiyan jî hene. Erdên gelek kesên ku çûne Ewropayê bûne malê xezîneyê. Ev malên xezineyê jî ketin destê TOKÎyê û TOKÎ jî bi bihayên fahîş dîsa difroşe wan. Ev nayê qebûlkirin, ez ê bibim dengê vî gelî van tiştan bînim rojeva meclîsê.”

Aslan, anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de bi kurdî zanibû û diyar kir ku li Ewropayê Kurdiya xwe hîn pêş xistiye.

George Aslan dibêje ku ew ji muzîkê hez dike û berdewam kir “Ez li muzîka Suryanî, Kurdî û Tirkî guhdarî dikim. Ez ji şanoyê û xwendina pirtûkan hez dikim.” Herwiha Aslan Ji dengdêrên xwe re straneke Suryanî jî got.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst