15 bergumanên ji ber êrişa li dijî Îmamoglu hatibûn desteserkirin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - 15 bergumanên ku ji ber êrişa pêr li Erzeromê li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

Parêzgariya Erzeromê ragihand ku  tîmên Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê têkildarî êrişa roja Yekşemê 7ê Gulanê qeydên kamerayê temaşe kirin û derbarê bûyerê de 19 kes tesbît kirin.

Tîmên polîsan ewil 13 guman desteser kirin û dûv re  2 bergumanên din jî desteserkirin. Her wiha derbarê bûyerê de xebatên desteserkirina 4 bergumanên mayîn jî didomin.

15 bergumanên karûbarên wan ên li ewlehiyê temam bûn, bo edliyeyê hatin şandin.

Ji bergumanan yek piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan. 14 gumanên bo dadgehê hatin şandin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji aliyekî din ve 17 kesên di bûyerê de birîndar bûn, piştî dermakirina li nexweşxaneyên li bajêr ji bo malên xwe hatin şandin.

Roja 7ê Gulanê li meydana Havuzbaşi ya parêzgeha Erzeromê di dema Serokşaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu diaxivî de bi keviran êrişî otobusa ku li ser diaxivî kir. Di wê êrişê de 17 kes birîndar bûn.