Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li Rûsya û Amerîkayê kir: Projeya Tirkiyê rawestînin

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên Rêxistin û saziyên civaka Sivîl, Mafên Mirovan li hember projeya Tirkiyê ji bo vegerandina 1 milyon koçberên Sûrî û niştecîkirina wan li navçeyên dagîrkirî, bi taybet jî herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniyekê de bang li Rûsya û Amerîkayê kir û diyar kir projeya ku Tirkiye dixwaze bicîh bike rawestînin.

46 Rêxistin û saziyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nameyek ji bo Hevserokatiya Kongreya Brukselê û Berpirsê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî şandine û tê de ku Projeya Erdogan a vegerandina koçberan fînanse nekin û rewatiya yasayî nedin wê projeyê.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir û bang li Rûsya û Amêrîkayê kir ku destwerdaneke lezgîn bikin da ku projeya Tirkiyê rawestînin.

Berdevkê fermî yê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Dadwer Mehmûd Cemîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev proje ne rewa ye û ew dê bi hemû rêyên rewa li hember derkevin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl got, "Dewleta Tirkiyê dixwaze plana xwe ya qirêj a li ser miletê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê cibicî bike bi anîna milyonek koçber bo herêmên Kurdî. Ev plan dijî qanûnên navdewletî ye, dijî mafê mirovan e. Ew dixwazin guhertineke demografîk li herêmê çê bikin û dagirkeriya xwe berdewam bikin.

Mehmûd Cemîl li ser rêgirîkirina projeya Tirkiyê ya guherandina demografiya Rojavayê Kurdistanê anî ziman, “Em wek koçberên Serêkaniyê vê planê şermezar dikin û em dê dijî wê li ber xwe bidin wek çawa ku peymanên navdewletî rewa dibîne. Em tu carî kesên ku xwe dikin destik ji dewleta Tirk re û xwe dikin dijminê Kurdan û pêkhateyên din qebûl nakin."

Rêveberê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestî Izedîn Salih ku binpêkirinan li herêma Serêkaniyê belge dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Bêhtir ji 175 hezar welatî ji herêma Serêkaniyê bi neçarî koçber bûne. Ji wan bêhtir ji 25 hezar kes di kampan de dijîn. Li hember bêhtir ji 2000 malbat ji parêzgehên din di nav malên koçberan de hatine niştecîkirin, di nav wan de 55 malbatên çekdarên DAIŞê ne.”

Roja Sêşemê 3ê Gulanê Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan aşkere kir ku Tirkiye projeyekê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî amade dike.

Serokê Tirkiyê diyar kiribû ku ew proje dê li 13 navçeyan bi alîkariya rêxistinên Tirkî û navdewletî bê cîbicîkirin.