Galeriya wêneyan

09-05-2022
11 Photos
RÛDAW

Şikefta Şaneder li sînorê qezaya Mêrgesorê ye û bilindahiya wê li ser asta deryayê 2,200 metre ye.

Şikefta Şaneder dikeve bakurê rojavayê rêzeçiyayên Zagrosê li Herêma Kurdistanê û weke şûnwareke dîrokî tê naskirin, ji ber ku paşmayên laşên mirovên neandertal ên beriya 35,000 heya 60,000 salî lê hatine dîtin.

Ji bo dîtina şikeftê, geştyar heya qasekê dikarin bi otomobîlê xwe nêzîk şikeftê bibin û piştre bi piyan ber bi wî cihê seyr û drîokî bimeşin.

Bilindahiya Şikefta Şanederê 18 metr e û dirêjiya wê 40 metr û paniya wê jî 27 metr e ku ber bi nav şikeftê ve ew panahî zêde dibe bo nêzîkî 60 metreyan.

Ev şikeft li ser asta Iraqê û Başûrê Kurdistanê mezintirîn û kevntirîn şikeft e.

 

Wêne: Salih Qadir /Rûdaw