Şerefxan Cizîrî: Di siyasetê de ku zimanê biyanî bû zimanê sereke xetere ye
Hewlêr (Rûdaw) – Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li çend bajarên Bakurê Kurdistanê semîner, panel û çalakiyan li dar dixin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser girîngiya bikaranîna zimanê Kurdî diyar kir, di siyasetê de bikaranîna zimanên din ne şaş e lê ku zimanê biyanî bû zimanê sereke xetere di wir de ye.
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî duh di saet 11:00an de Eywana Tahîr Elçî ya li parêzgeha Amedê ji bo Roja Zimanê Kurdî deklerasyonek ji raya giştî re belavkirin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Çalakiyên me dê heta 7-8 rojan berdewam bikin. Em dê bêhtir çalakiyên xwe li Amedê bikin lê pêkhateyên me li Mêrdîn, Riha, Batman, Semsûr û Wanê li gelek deverên din hene. Li bajarên Kurdan dê çalakiyên wek semîner, panel, şahî werin lidarxistin. Di çalakiya îro ya bi navê “Kursiya Ziman” de ku em li parkeke bi nav û deng a Amedê organîze dikin bang li gel bikin ka ew li ser ziman çi difikirin. Em gelek caran pirsa zimanê Kurdî ji rewşenbîr, rojnamevan an jî ji siyasetmedaran re dihêlin ku ev tiştekî ne rast e. Ka gelê me li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê xwe çi dixwaze bike, em ê nêzikî du saetan bi gel re li Parka Bajêr guftûgo bikin. Çalakiyên me dê hefteyekê dewam bikin.”
`Em ê meşeke mezin bikin bi daxwaza ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî`
Şerefxan Cizîrî her wiha anî ziman, “Hinek cihan em dê bêhtir zaravaya Zazakî (Kirdkî) derbixin pêş. Em dê li hinek navçeyên Amedê jî çalakiyan li dar bixin. Em ê dîwana dengbêjan saz bikin û panelên wek ziman û hiqûq, rola jinan di meseleya ziman de çi ye li dar bixin. Di dawiyê de em ê meşeke mezin bikin bi daxwaza ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.”
Îsal li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek pêngavekê bo fermîkirina zimanê Kurdî û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, kampanya hilbijartina zimanê Kurdî di çarçoveya destnîşankirina dersa bijarte de hat destpêkirin.
Şerefxan Cizîrî li ser bandora çalakî û kampanyayên zimên li ser gel anî ziman, “Rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyê ne bi dilê me ye. Bişaftin gelekî pêş de çûye, êdî gelek mirovên me bi Kurdî naaxivin. Gelek caran di têkiliyên civakî û siyasî de Kurdî ne li pêş e. Em bi gazin in ji vê rewşê lewma me Platforma Zimanê Kurdî ava kir. Hevalên din Tora Zimanê Kurdî ava kirine. Pirsa ziman li Bakurê Kurdistanê pirsa sereke ye. Hebûn û statuya Kurdan di zimanê wan re derbas dibe. Ji bo ku em bikaribin Kurdan wek netewe, gel biparêzin divê zimanê me bibe zimanê sereke. Divê bibe pîvaneke siyasî. Di siyasetê de bikaranîna zimanên din ne şaş e lê ku zimanê biyanî bû zimanê sereke xetere di wir de ye.”
Şerefxan Cizîrî her wiha bang li parlamenterên ku bi Kurdî nizanin jî kir û got, “Me ji partiyên siyasî yên di nav platformê de xwestiye ku divê serokên we, rêveberên we, parlamenterên we bi Kurdî bizanibin, heger nizanibin kêmasiyeke mezin e, divê demildest bixwazin Kurdî fêr bibin. Heger bi Kurdî nizanibin bila ji kerema xwe re xwe paş de vekişînin ku hevalên bi Kurdî dizanin bila pêşkêşiyê bikin.
Ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin lê ji ber sedemên cuda prose ne fermî jî be, di pratîkê de hatiye rawestandin.