Dije Terora Kurdistanê: Peywendiya me bi operasyona armancgirtina Qasim Sulêymanî nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Dije Terora Kurdistanê zelalkirinek derbarê operasyona armacgirtina Qasim Sulêymanî belav kir û tekez kir ku ti peywendiya wan bi operasyona kuştina Qasim Sulêymanî nîne.

Dije Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporteke derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî dike ku navê Dije Terora Kurdistanê têde hatiye û diyar dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne.”

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye k user bi Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nîne û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê kar dike ku taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.”

Dije Terora Kurdistanê bibîr dixe ku di raportê de jî behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û “di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku peywendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û destwerdana di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Em dûpat radigihînin ku Dije Terora Kurdistanê ti peywendiyek bi vê mijarê nîne.”

Dije Terora Kurdistanê pêşniyaz jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike ku rastiyan bo raya giştî aşkere bike.

Li gorî rapora Malpera Yahoonewsê ku agahiyên 15 rayedarên berê û niha yên Amerîkayê hatine wergirtin, operasyon bi beşdariya sê tîmên "Delta" yên hêzên taybet ên Amerîka, 3 dronan, bi alîkariya Îsraîl û endamên DijeTerorê  ve hatiye encamdan.

Di raporê de hate destnîşankirin, hêzên Deta ne tenê bû û di heman demê de endamekî Dijeterora Herêma Kurdistanê bi navê “CTG”  hevkarî bi wan re kiriye.

Ji aliyê din ve Saziya Dije Terorê (CTG) daxuyaniyek belav kiribû û ret kir ku destê wan di kuştina Qasim Suleymanî de hebe.

Dije Terora a CTG dibêje ku bi kuştina Sulêymanî  YNK hevalekî Mam Celal ji dest da û dibêje wan di serdemekê de di heman çeperan de ku Qasim Suleymanî têde bûye şerê terorê kirine û dibêje ew amade ne ku bersiva pirsên komîteya taybet bi lêkolînên li ser kuştina Qasim Suleymanî bidin 

Fermandarê berê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, 3ê Çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.