Gundek din li Kanî Masê ji ber operasyona Tirkiyê vala bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema berdewamiya şerê Artêşa Tirkiyê û PKKê li navçeya Kanî Masê li başûrê Kurdistanê, duyemên gundê wê navçeyê yê bi navê Çelka hate valakirin, ku gundkî Kirîstyan nişîn e û weke Çelka Kirîstyanan jî tê naskirin.

Operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên Metîna, Avaşîn, Zap di nav axa Başûrê Kurdistanê de berdewam e. Ji ber berdewamiya şer û operasyona Tirkiyê, Gundê Çelka li nahiyeya Kanî Masê ya Amêdiyê bi tevahî hat valakirin.

Rêveberê Nahiya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku evara duh Şemiyê, carek din Tirkiyê çend navçeyên nêzîkî gundê Kêste bi dijwarî bombebaran kirin û piştre, dengê teqîneke mezin li nêzîk toneleke PKKê li nêzîk gundê Kêste hate bihîstin.

Bi gotina Serbest Sebrî, gundê Çelka Kirîstyanan 4 malbat têde mabûn, ew jî reviyan û çûne bajarokê Tatîfa û cihên din yên aram li Kanî Masê.

Berê 15 malbat li wî gundî hebûn, lê di berdewamiya êrişên Tirkiyê de, tenê 4 malbat lê mabûn, duh ew jî reviyane û gundê xwe vala kirine.

Pêştir jî ji ber bombebaran û topbarankirina berdewam ji aliyê Tirkiyê ve, 32 malên gundê Kêste dest ji mal û halê xwe berdan û gund bi tevahî vala kirinbûn.

Di nava saleke derbasbûyî de, ji ber operasyonên Tirkiyê, eva 14mîn gundê parêzgeha Duhokê ye ku tê valakirin.

Berî destpêkirina operasyonê, 36 xalên serbazî û şeş binkeyên serbazî yên Tirkiyê li sînorê parêzgeha Duhokê hebûn, niha hejmara wan gihîştiye 43 xalên serbazî.

Artêşa Tirkiyê li bakur û rojavayê gundê Kêste bicih bûne, li rojhilatê gund jî binke û baregehên PKKê hene, ji ber wê yekê jî şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de berdewam e.

Ji roja 23ê Nîsanê ve artêşa Tirkyê operasyoneke nû ya bejahî û esmanî di nav axa Başûrê Kurdistanê de daye destpêkirin û ji wê rojê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de berdewam in.

Her du alî amarên cuda derbarê şer û pevçûnan de radigihînin û herwiha artêşa Tirkiyê hejmarek xalên nû yên leşkerî li navçeyê ava kirine.