Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Vladimir Putîn kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 75emîn salvegera bidawîhatina Cenga Duyem a Cîhanî, pîrozbahî li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li hejmara xwe ya Twîtterê peyamek belav kir û ragihand, ji ber rêkarên taybet bi rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, ew nikarin di çalakiyên taybet bo rêzgirtina li qurbaniyan, wan “zilam û jinên wêrek beşdar bin ku di anîna aştiyê bo Ewropa û cîhanê de hevkar bûn, lêbelê îro bîra me li gel wan e.”
Roja 8ê Gulanê li cîhanê weke ‘Roja Serkeftinê’ tê zanîn. Ji ber ku 8ê Gulana 1945an Naziyên Almanyayê û hevpeymanên wê, şikestina xwe di cenga cîhanî de ragihandin û şer li Ewropayê bi dawî hat.
Amerîka û piraniya welatên Ewropayê, roja 8ê Gulanê merasîman bi boneya wê rojê encam didin. Lêbelê Rûsya, Belarûs, Sirbia û Îsraîl roja 9ê Gulanê rêûresman bi wê boneyê rêk dixin.
Rêkarên taybet bi rêgirtina belavbûna vîrusa koronayê bûne sedem ku îsal, çalakî û merasîm sînordar bin. Sala 2008, li ser daxwaza Vladimir Putîn, Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Kurdistanê bû, di 73emîn ahenga salane ya ji bo bîranîna serkeftina di Cenga Mezin a Niştimanî (Cenga Duyem a Cîhanî) de beşdar bû.
I convey my congratulations to President Putin of Russia on the occasion of #Victory75. While we can’t personally honor the sacrifices of the brave men & women who helped bring peace to Europe & the world at this time due to #Covid19, our thoughts are with them on this day.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 9, 2020
“Roja Serkeftinê” li Rûsyayê
Merasîmeke salane li Rûsyayê tê birêvebirin û rojeke taybet e bi xweradestkirina artêşa Naziyan di sala 1945an. Artêşa Naziyan 8ê Gulana 1945an xwe radest kir. Moskowê jî roja 9ê Gulanê serkeftina bi ser artêşa Naziyan de ragihand. Ji sala 1945an ve, roja 9ê Gulanê weke ‘Roja Serkeftinê” tê pîrozkirin. Salene di vê rojê de merasîm tên sazkirin û Rûsya nimayîşa serbazî encam dide.