Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dê heftane 2 roj vekirî be

09-05-2020
RÛDAW
Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl
Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl
Nîşan Îbrahîm Xelîl Başûrê Kurdistanê Neynowa Wezareta Navxwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, rojên Duşem û Pêncşemê, deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl vekirî be ji bo wan hemwelatiyên ku li Tirkiyê asê mane.

Şîrwan Dûberdanî, parlamenterê Iraqê ji Rûdawê re ragihand, bi mebesta karasaniyê ji bo anîna wî xelkê Neynowa ku li Tirkiyê asê mane, wî peywendî li gel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daniye û Wezareta Navxwe jî aşkere kiriye ku wan biryar daye, heftane 2 roj deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl vekirî be.

Li gor Şîrwan Dûberdanî, Rêveberê Dîwana Wezareta Navxwe Samî Celîl, ji wî re ragihandiye, deriyê Îbrahîm Xelîl dê rojên Duşem û Pêncşemê ji demjimêr 08.00ê sibehê ta 12.00ê şev vekirî be.

Wî parlamenterê Iraqê amaje bi wê kir, Rêveberê Dîwana Wezareta Navxwe tekez kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li deriyên sînorî rêkarên pêwîst ên ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê girtine.

Şîrwan Dûberdanî ku parlamenterê Neynowa ye li parlamentoya Iraqê, diyar jî kir, “Ew kesên vedigerin ku xelkê Neynowa ne, eger pêwîst bike dê bên kerentînkirin û xelkên din jî dê bo cihên wan bên şandin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên rêgirtin û xweparastina ji vîrusa koronayê, biryara girtina deriyên sînorî dabû. Di dawîn daxuyaniya Wezareta Navxwe de jî hatibû tekezkirin ku heta 10.05.2020 deriyên sînorî dê girtî bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst