HSDê derbasî aliyekî bajarokê Hecîn bûye

Dêrezorê (Rûdaw) - Li rojhelatê Çemê Feratê Şervanên Hêzên Sûriya Demokrat bi dirêjahiya 12 kîlometran ber bi bajarokê Hecînê ve bi pêşve çûne û niha xwe ji bo derbasbûna nav bajêr amade dikin.  Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî xalên DAIŞê ropbaran dikin.

 

Heya niha çend navçeyên Dêrazorê di bin destê çekdarên DAIŞê de ne, fermandrên HSD dibêjin, ew pêşbînî dikin, ku 2 hezar çekdarên DAIŞê li vê deverê mabin.

 

Şervanekê HSDê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, di navbera wan û çekdarên DAIŞê de bi tenê 200 metre hene.

 

Peyamnerê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê Îvan Hesîn li eniya şer a bajarokê Hecînê derbasa xeta sifir bû.

 

Li herêma Dêrezorê, şervanên HSDl ҫend xalên DAIŞê bi dirêjahiya 12 km kontrol kirin, û gihştin dergehê rojavayê bajarokê Hecînê.

 

Ev bargeh xaleke ҫekdarên DAIŞê bû ku ji heyma 2 rojan ve ji aliyê şervanên HSDê ve hatiye kontrolkirin, lê hêj ji mayînan nehatiye paqişkirin.

 

Şervanên HSDê xwe ji bo derbasbûna nav bajarokê Hecînê amade kirine û pêşveҫûnên wan li ser erdê berdewam in.

 

Şervanekî HSDê Berxwedan Hesekê ji Rûdawê re wiha got: “Niha em li eniya pêşî ne, paş vî girî bajarokê Hecîne, ku navneda DAIŞê ya sereke ye. Ew bi şevê êrîşî me dikin, û em ji bersiva wan didin. Lê roj em bêhtir bi pêş ve diҫin.”

  

Li vê navҫeyê di ronahiyê de şer sivik dibe lê nayê rawestandin. Termên kuştiyên DAIŞê jî hêzbûna şerê di tariyê de dide xuyandin.

 

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji erd û asmanan ve xalên ҫekdarên DAIŞê bi tundî êriş dikin.

 

Şervanekî HSDê Heval Bahoz jî got: “Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya me ya asmanî dike. DAIŞ 200  metreyan dûrî me ye. Niha, ew têkҫûne û hêza wan nemaye.”

 

Bajarokê Hecînê navenda sereke ya DAIŞê ye  li rojhelatê ҫemê Feratê ji bilî vê navҫeyê, li ser sȋnorê Sûriyê û Iraqê 22 gund bi dirêjahiya 120 kȋlometran di navbera Dêra Zorê û Hesekê de kontrol dike.